Bikarhêner:Polatcan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şoreşa Wêjeyê... Wêjeya Şoreşê Polat CAN

  • Her tim wêje bi hemû awa û şêwazên xwe ên cur be cur, ji bo amedekirina zemînê şoreş û helsana mejiyî(zihnî) û civakî çê dike.
  • Wêje ji bo xemlandin û xweşik kirina jiyanê jî rolekî herî bedew û diyar dilîzê.

Wekî tê zanîn ku gelek dînamîk û hêz di pêşketina civaka mirovahiyê de, rol- li gorî hêz, karîna û şêwazê xebata xwe- dilîzin. Çawa ku şer û nakokîyên di navbera hêzên cuda- cuda de rolrkî diyar, di pêşxistina amêr û alavên cengî de lîstêye û çawa ku pîvanên olî, rolrkî xwe ya mezin di afirandin û belavbkirina hîmên baweriya giyanî lîstiye, her wiha jî wêjeyê, rolekî herî mezin di pêşxistina hest û zanyariya giynî û civakî û kesayetî di pêşiya dîrokê û heya niha lîstêye û dilîze. Di despêkê de wêje bi baweriyên giyanî re pêş dikeve, pêşkeftina hîmên olî, bûye sedema pêşkeftina wêje ya olî ye. Gelek caran ji alî gelek hêz û birên olî de wêje hatiyê bikaranîn. Ku mirov li hemû pirtûkên olî ên pîroz mêze bike û di nava rûpelên wê de avjaniyeke hêdî- hêdî bike, wê têderxêye ku zimanê wan pirtûkan hemûkî wêjeyî ye. Ji ber ku ev şêwazê ziman, bandoreke xwe ya mezin li ser derûniya mirovan dike. Mirov zû û bi asanî fêrî jiberkirina wan tiştên olî ên di pirtûkê de hatine nivîsandin dibe. Ji ber zimanekî helbestî, pexşanî û awazekî xwe ê nêzî giyanê mriovên- ku pêdeviya xwe bi wan gotina hene-dikin. Ev rola bi taybetî jî di demên destpêkê ên dîrokê de pêşketîbûn, lewra A. Öcalan dibêjê “Ew pêvajuya seretayî ya mirovahiyê, pêvajuya helbestî ye”. Rahîb û oldaran waz û qewlên xwe bi wî awayî(wêje) dikirin. Demê ku gelek dîrokzan, hesterê Zerduşt weke helbstvan û wêjevanîkî binav dikin ne şaşin. Demê mirov li şêwazê Muhemed ê axaftinê mêze dike, yekser, şêwazê wî ê wêjeyî derdixê holê, lewra ta roja îro, Qur’an tê jiberkirin û bi gelek awaz û awayan(Tecwîd) tê xwendin. Yanî ku mirovekî zimanê Erebî fêm nekê jî, dîsa jî bi mûzîk û awazê Qur’an ê hîs dike. Mirov ku bixwazê Avesta ya kevin, bi şêwazekî asayî(normal) bixwînê, wê nikarê bêt! Jiber ku ew pirtûk bi meqamekî helbestî-pexşanî hatiyê rêsandin. Niha meqsedê me ji van gotinan ewe ku wan kesan rastî û hêza wêjeyê bi kûrahî derxistine zanabûnê ye û zanibûne çawa vê hêza mezin û bibandor bikarbînin. Lê tiştê em dixwazin di jêrde vebêjin, wêjeya ku civaka mirovahiyê pêşdixistin; ev nayê wateya ku wêjeya olî, rola xwe di pêşkeftina civakî de nelîstêye, lê ev xal ne mijara nivîsa meye. Eme li ser wêjeya ji nava civakan derketiye û pêşengtî jê re kirê ye dikine.

Di vê xalê de Marx weha dibêje; “Hilberîna giyanî ji despêkê de bi awayekî raste-rast têkilî karê madî û têkiliya mirovan ya bi heve re ye. ” ³ wekî ku Marx dibêjê jî, ji ber pêdevî û lêgerînên kesan û civakan wêje derdikevê holê. Di rêwitiya civakan ya dîrokî de, di gelek pêvajû û demê tengavî û aloziyan de derbas bûne. Di rewşên wisa de civak/ kes li çarenûsa vê rewşê digerin, yan jî-en kêm- li xwevalakirina ji tengavî û nakokiyên di hundirê xwe de digerin. Her kesek vê yekê bi awakî derdixînê holê. Hinek bi serhildana leşkerî û xwîndar derdixin “wekî Spartakus, Hanbî-beel, Cengîz-Xan û gelek kesê dîtir ên li dijî zilm û zorê, yan jî ji bo armancên xwe bi şor û hêza leşkerî rabûne” gelek jî bi serhildan û meşên aştiyane kirine “wekî Mahatma Gahandî” hinekan jî, bi reva ji civakê xwestine xwe ji wan alozî û nakokiyan rizgar bikin. Lê hinek kesan jî, ev nakokî, êş, lêgerîn, tirs, awat, hêvî, çand û asta jiyan civakên xwe bi şêwazekî şerê spî(bê xwîn) kirine. Şorê wan pênûs, qada cenga wan jî rûpel bûye. Bi hemû rê û şêweyên wêje û dabirînê(îfade) xwestine ku bibine zimanê rewşa ku tê jiyan dikin. Felsefa xwe bi vî awayî di nava refên civakê de belavkirine. Mirov dikarê gelek mînakên şer û raperîna wêjeyî bibîne. Çendî ku rola Lenîn di şoreşa Rusya de heye, her wiha jî rola Tişêrnsvêskî di libitandina hest û lêgerînên gel de, ne kêmî rola Lenîn e. Belkî ku kesên wekî Robêspîr û hevalên wî-ku gelek ji wan jî, nivîskar, helbestvan û wêjevan bûn- di şoreşa Frarnsayê de rol û kedekî wan ên berçav hebê, lê tu carî rol û keda Vîctor Hugo jî kêmî wan nîne, belkî jî, hîn bêtir mirovî û nûnertiya giyana rastiya pirsgirêk û daxwazên gelê Fransisê kirê ye. Demê em li dîroka Ereban a dema di bin destê Osmaniyan de, mêze bikin, wê bibînin ku tenê wêjevan, nivîskar û rewşenbîran çand û zimanê Ereban, di wan rojên tarî de parastine. Piştî hinek derfet dîtin, dest bi avakirina komele û yekîtiyên ronakbîrî û wêjeyî kirin. Jixwe Erebên dîtir di wê demê de çi rol û beşdariya wan di pêşxistina çand û doza gelê Ereb de nakirin. Nasîf Yazîcî, Muhemed Ebde, Cemaldîn el- Afaganî, El-Bustanî û hwd,  di pêşengtiya şoreşa Ereban de û di rakirina civaka Ereban de roleke mezin lîstine. Ev kesên ku me navê wan da û bi dehan kesên wekî wan hemî jî, nivîskar, helbestvan û wêjevan bûn, wan ne bi şer û xwînê li dijî taritiya Osmaniyan şer dikirin, lê belê, bi şerekî ku çekê herî bibandor û  dijwar dikirn, yanî bi wêjeyê, ev yek bi rêve dibirin. Mînak ne yeke, ne dudune û ne jî sedin, li her derê ev yek çêbûye. Jixwe hemû şoreş û rabûnên ku li ser binyatên giyanî nehatine avakirin, zû bibinketine, û negihîştine armancên xwe ên dûr û nêzik; ji ber ku wan aliyên giyanî di civakê de îhmal kirin, lewra jî, çi cîhê wan di dilê civakê de çênebû, zû- zû ji ser rûpelên dîrokê winda bûn. Lê demê tu li encam û berhemên mezin ên şoreşên ku yek ji bunyatên wan hêza wêjeyî bû, mêze dikî, diyarku çawa bi hezar salan ji alî gel ve hatine parastin. 

Wêje ji bo xemlandin û xweşik kirina jiyanê jî rolekî herî bedew û diyar dilîzê.

Wêjeya ji pêdeviya rastiya dîrokî û civakî derdikevê, wêjeya herî binirx û pîroze. Her wêje dibe awêneya civak û kesên ku ji bo wan û li ser wan çêdibê ye. Wêjeya ku rastiya civakê nadê diyarkirin, daxwaz û arezûyên gel nabirîne, pirsgirêk û nakokîyên di hundir civakê de dikelên diyar û çarenûsa wê daneyînê, wê demê çi nirxî û wateya wî wêjeyî nîne. Wêjeya rast ewe ku bi rastiya zemînê jêderketî re bibe yek. hest û ramanên endamên wê civakê pê hîs dikin, ji ber gelek sedeman, nikarin bînin zimên, wê demê wêje, bi hemû rê û rêbazên xwe ên renga- reng, wan tiştan dibêje û eşkere dike û çareseriya wê jî datînê holê. Yanî dibe zimanê dil û mejiyê wî gelî. Jixwe hinek berhemên wêjeyî hene ku ji bo hemû mirovên di hinek pirsgirêkan de hevbeşin, himbêz dike, bêyî ku li nejad, ol, welat û zimanê wan mêze bike, ev dikevê beşa wêjeya gerdonî, di vê xalê de M. Gorkî dibêje; “Wêje çavê gerdonê ye, yê ku her tiştî dibîne û diçe heta kûrahiya derûniya mirovan.” ³ Lê pêwîste ku bi buhana gerdoniyê, ji rastiya civaka xwe jî dûr nekevê, ji ber pêwîste wêjevan, bi wêjeya xwe bibe namedarê (qasid)çand, huner, ziman, exlaq, rewş, daxwaz û lêgerên gelê xwe ji bona tevahî cîhanê re. Demê ku mirov li şoreşa Ewropa(Europe) ya ronesans mêze bikê, wê bibînê ku roleke bingehîn a wêjeyê di rakirin û hişyar kirina gel de heye. Kesên wekî Fultêr, Gute, Nîtçe, Blzak, Roso, û hwd xwedî ked û rolekî mezinin. Van kesan ew dîwarê kevneşup li pêşiya şoreşa civakî hilweşandin û ew perdeyên taritiya di mejî û ramanê Ewropa de qetandin.

Her tim wêje bi hemû awa û şêwazên xwe ên cur be cur, ji bo amedekirina zemînê şoreş û helsana mejiyî(zihnî) û civakî çê dike. Şoreşa ku wekî reflîkseke(nişkeve, bê amedekarî), bê amedakarî û pêşesazî rabe, hêzên giyanî jê re pêştevaniyê nekin, wê demê ew şoreşa li ser binyatên(esas) sisit û lewaz(zeyîf) disekinê û tu carî nikarê xwe têxê nava hundirê mejî û giyanê civak û kesan(Mirov dikarê komena Parîsê mînaka vê yekê bide). Ev jî tê wateya ku şoreşeke bê wêje û huner, bê giyan û miriye. Di vê xalê de Tişîrnînîşfiskî wiha dinirxînê: “Miletek bê wêje, kor û nezane. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û reweşenbîr e, mirovna hîn dike û şa dike.” ³ Lewra pêwîste ku şoreşên raperîn ku pêşvebirina civakan ji xwe re armanc dikin, nirx û giraniyêkê bidne wêjeyê, bi taybet jî wêjeya rasteqîn a civakî, ku xizmeta pêşvebirina civakê dike, mejî, hest, pîvan û ramana ku dixwazê di hundirê gel de biçînê û geş bike, serî li hêza wêjeyê bide. Hêzên împryalîst enerjiya mezin a wêjeyê dîtin, lewra xwestin ku wêjeyê ji naveroka wê derbixînin, ji rastiya wê dûr bikin, di bin navê “Huner ji bo hunerê ye” ev kiryarên bênirx pêşxistin. Ev mejiyê hêzên desthilatdar e, naxwazin wêje rola hişyarkirina civakê bilîzê. Di vê xalê de dostayfiskî dibêje: “Wêje, yek ji erkêne wê, şîret kirina mirovahiyê ye. Jiber ku weke pirtûkakî dibistanê ye, ji jiyanê ye. Armanca xwe naskirina jiyanê û nirxên mirovahî dide çandin.”³ Yanî ku wêje ji kûrahiya dil û naveroka gel dernekevê, çi nirx û wateya xwe nîne.

Wêje ji bo xemlandin û xweşik kirina jiyanê jî rolekî herî bedew û diyar dilîzê. Li rex wê jî, ji bo zanîn û hişyariya dîrokî û civakî belav kirinê ye. Di şoreşa mejiyî(zihnî) de, wêje roleke herî mezin û bi bandor dilîzê, di vê xalê de, A. Öcalan di pirtûka “Em çawa bijîn” de, dibêje; “Huner û wêje emrazên ku bêyî wana civak nabe, ji ber ku rawestina civakî li hember siruştê, mirov nikare bi riya zanistê û siyasetê bitenê rave bike. Ne têr kirina giyanê li ba mirovan bi riyên madî, dihêle mirov li şêweyên têr kirina jiyana giyanî bigere, wêje pişika dihêle ku mirov li hemeber zoriyên jiyanê hinas(nefes) bistîne.”³ Wêjeya ku şoreşê di mejî û giyanê civakê de diafirîne, jê re dibêjin, wêjeya şoreşî. Çawa ku şoreş ji bona hilweşandina zagona kevin, û avakirina zagonên nû ye. Her wiha jî wêjeya şoreşî jî, ji bona hilweşandina mejî û ramana kevne, û avakirina raman û giyanê nû û pêşverû ye.

Demê mirov li dîroka Kurdan mêze bike, wê bibîne ku çawa Kurd tenê bi wêje û hunera xwe ji ser rûyê erdê ranebûne. Kesên wekî Ehmedê xanê, Feqiyê Teyran, Herîrî, M.Cizîrî, B.Tahir û bi dehan wekî van kesayetên pîroz, ên naveroka çand û wêjeya Kurdan pêşxistine û parastrine. Di demên herî teng û zor de wan bi wêje û hunera xwe qenalên henasa(nefes) civaka xwe afirandine, kêşe û çarenûsa wan kêşeyan jî, diyar kirine. Ta roja îro, felsefeya wan ji bo rakirin û pêşvebirina gelê Kurd, ji bo hemû wêjevan, hunermend, tûrevan û rewşenbîran re dibe pêşeng û rêber. Ji ber ku pêdeviya me Kurdan, piştî ku şoreşa netewî, kiryarên komkûjiyê ku li ser çand û mirovê Kurd dihat çêkirin, bi tekoşîneke dirêj rakir, êdî dem- dema geş kirina wêjeya Kurdî ye. Êdî dem-dema rizgarkirina wêje û tûreya me ji bin destên marjînala ne, jiber ku pêdeviya me bi wêjeyeke resen û pîroz heye, da ku bikaribê di hundirê Kurdan tiştên bedew, narîn, buha û biwate biçînê û belav bike. Nirxên ku şoreşa netewî afirandine bi cil û şimala wêjeyî bixemlîne.

Têbînî: Ev gotara di gelek weşanên Kurdî yên din de jî hatiye weşandin