Bikarhêner:Qadoserin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qado Şêrîn

........................ Qado Şêrîn

çîroknivîsê kurd

Qado Sêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1967'an de, li gundê Naroz, li başûrê bajarê Qamişlo, ji dayik bûye. Xwendina seretayî li gundê xwe, ji bo dibistanê şeş salan, rojane 7km diçû dibistana Kabaka, piştî dibistana seretayî tewa dike, li gel malbata xwe diçe Qamişlo daku xwendina xwe berdewam bike, piştî lîseyê werdigre, diçe bajarê Dêra Zorê daku Enstitutya Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê li dibistanên Qamişlo kiriye. Di sala 1995an de koçberî Hollenda dibe, û li wir dibe niştecî, û ta niha li wir dijî. Di 2006an de dizewice, du kurên wî bi navê Adaro û Pîroz hene.

Di sala 1982an de dest bi nivîsandinê kiriye, ew bi tenê bi kurdî dinivîse. Çîroka wî ya pêşî ”Kortik” di dawiya salên heştêyî de, di kovara Gurzek Gul de, yaku Konê Reş û Ebdilbaqî Huseynî derdixistin, belav bûye.

Di sala 2011an de dibe endamê Hevgirtina nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, piştî nakokî derdikevin û hevgirtin perçe dibe, Qado Şêrîn bi daxwiyaniyek fermî di 2015an de radiweste û ji rêxistinên nivîskaran dûr dikeve, çimkî nikare tev li nakokiyên nivîskaran bibe û şer û dijîtiya dostên xwe yên nivîskaran bike.

Qado Şêrîn gelek çîrok, gotar, rexne û Qilçix di kovar û malperên internetî û rojnameyên Kurdî de belav kirine. Gelek hevpeyivînên televizyonî pêre hatine kirin. Ji sala 1982an ve karê nivîskariyê dike û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok û Merok’ berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de.

Qado Şêrîn bêtir ji hemû cureyên din yên wêjeyê, kurteçîrokan dinivîsîne. Di 2009an de yekemîn pirtûk bi navê “Serok û Merok” ji weşanên dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî çap kiriye. Qado bi şêweyê tinazî û qerf û hinek dinivîse. Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 - 2006an de nivîsandine. Karîkatêrê li ser berga pêşiyê ji aliyê şêwekar Inayet Dîko ve hatiye çêkirin. Û berga paşiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar hatiye danîn, naveroka fermanê jî ev e: Fermana 11an Ji serokê Rojhilat û Rojava, Bakur û Başûr, divê ji niha û pê ve hûn tenê vê durişmê ‘Bijî serokê me û bavê me ji bo keç û jinên me!’ li şûna ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin. Ê ji we ji vê duruşmeyê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku bimre. Serokê we û bavê we...

Ji vê fermanê ku dişibihe fermanên sultanên Osmaniya, naveroka çîrokan diyar dibe û şêweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û rêvebiran rexne bike, û wan hişiyar bike bi wan qilçixên xwe, û dixwaze wan qerf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake. Her wiha nivîskar Qado Şêrîn pirtûkek bi navê” Stranên Mihemed Şêxo” li gel Beha Şêxo amade û çap kiriye. Pirtûk danhev û amade kirina hemû helbestên stranên hunermendê nemir Mihemed Şêxo di pirtûkê de ye. Pêşgotina pirtûkê Qado nivîsandiye, têde qala jiyana hunermendê nemir dike, her wisa li ser şêweyê awaz, mûzîk û stranên M.Ş nivîsandiye.

Pirtûka Qado Şêrîn ya sêyemîn ”Ismaîl Emo, Bîr û Boçûnên we” ye, ev pirtûk jî mîna ya berê danhev û amade kirine. Wî hemû gotar, nivîs, helwest, derbirîn û daxwiyaniyên li ser nemir Ismaîl Emo piştî mirina wî hatibûn nivîsandin, berhev kirine û li gel pêşgotinek dirêj di derbarê nemir de, di sala 2011an de li ba weşanxaneya HAN çap kiriye. Hêjayî gotinê ye ku Ismaîl Emo siyasetvanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê bû, ji hemû aliyan ve dihat pejirandin û li cihê rêzê bû, dema mir serokê partiyek kurdî bû. Pirtûk 600 rûpel heye û bi kurdî û erebî ye. Qado Şêrîn di hevpeyvînek xwe de gotiye: “mirov bi pirtûkan nabe nivîskar”. Ji ber wê kêm pirtûkan çap dike, û baweriya wî jî ew e ku ji kîs xwe pirtûkan çap neke.

Qado Şêrîn pênc salan, 2002-2007, sernivîseriya malpera TÎRÊJ a çandî, wêjeyî û hunerî kiriye, di 2007an de ji ber dem û rewşa kesane rawestiya, di dûv re malper jî hate girtin. Hêjayî gotinê ye ku malpera Tîrêj pencereya hemû nivîskaran bû, ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji Europa kurdan têde dinivisandin û berhemên xwe yên wêjeyî têde diweşandin. Malperê bi du zimanan, kurdî û erebî, weşan dikir. Qado di malpera Tîrêj de şêweyekî nû ji nivîsandinê, taybet bi xwe afirandibû, navê şêweyê xwe kiribû Qilçix, ew şêwe di navbera çîrok û gotarê de ye, qerf û hinek, ango tinazî û tije ken in. Di Qilçixan de rexne dikir, her wiha tinazê xwe hema hema bi her tiştî dikir. Hêjayî gotinê ye ku Qado ta niha bi wî şêweyî, qilçixan dinivîse.

Her wisa di salên 2012-2015an de, sernivîseriya rojnameya ”Pênûsa Nû”, beşê kurdî kiriye, wî 34 hejmar derxistin û di dûv re rawestiyaye, lê rojname berdewam e. Rojname bi ser Hevgirtina nivîskaran ve ye, dema di 2015an de wek endamê Hevgirtinê rawestiya, wek sernivîserê rojnameyê jî rawestiya.

Di 2003an de, xelata yekemîn ya pêşbirka kovara Zevî ji bo kurteçîrokê, wergirtiye. Her wisa gelek bawername û rêz lê girtin jî wergirtine. Qado Şêrîn di medya civakî de, ji bo parastin, hezkirin û fêrkirina zimanê kurdî, bi gelek çalakiyan rabûye, mîna Pêncşema Zimanê kurdî û xelata Ezîzê Omero. Mebest ji çalakiya Pêncşema Ziman ew bû ku, her kes di roja pêncşemê de hewl bide bi tenê bi kurdî binivîse, û xelata Ezîzê Omero(kurdekî Qomonistê navdar e, axaftina wî qaşo bi kurdî ye, lê hema hema hemû gotinên wî bi erebî ne, tenê bilêvkirin bi kurdî ye) wek xelata wêrankirina zimanê kurdî digha kesayetiyek kurd ya navdar, wek siyasetmedaran, dema li ser medyayê(tv,radyo...) bi kurdiyek çewt û xerab diaxivîn.

Qado Şêrîn pirtûkan jî rexne dike, lê nehemû pirtûk, pirtûka ast blind.

22ê adarê 2020 Hoolenda