Binhişara kolektîv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Binhişara kolektîv, ji aliê Carl Gustav Jung ve hatiye binavkirin. Jung tixûbê binhişarê gelek fireh kiriye. Mirov roja ku li rûyê dinyayê peyda bûye heya îro, hemî fêrbûn, destketin û ceribandinê xwe bi awayekî parastiye. Him bi riya genetîkê, him jî bi riya çand û binhişara mirovahiyê ya kolektîv parastiye.

Tenê divê mirov bizanibe û bikaribe bixwîne, analîz bike. Mirov ji deryayê pirr hez dike, lewra jiyan ji deryayê hatiye. Mirov ji daristanan pirr hez dike, lewra bi sed hezar salan li wir jiyaye. Mirov di tariyê de ditirse, lewra çavên mirov nabîne û mirovan sed hezaran salan di tariyê de xwe ji ajalên kûvî parastiye. Mirov li dijî neheqiyê aciz dibe, lewra mirovan bi hezaran salan ji bo jiyana xwe berdewam bike têkoşîn daye.

Binhişara yek mirovekê bi serê xwe ne ti biqîmet e. Gorî Jung, Sigmund Freud û wanên ku girîngî û mekanîzma binhişarê baş û kûr dane zanîn, di kêmasiyeke zîrekiyê de ne. Lewra mirov jiyandêreke sosyal û kolektîv e.