Birayên Coen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ethan û Joel Coen
Ethan û Joel Coen li Festîvala Fîlman a Cannesê
Navê rastî
Coen brothers Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn(JC) 29 çiriya paşîn 1954, (EC) 21 îlon 1957
EsilAmerîkî
Navê dinRoderick Jaynes
Salên çalak1980-niha
Meqam
  • President of the Jury at the Cannes Festival Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn(JC) Frances McDormand, (EC) Tricia Cooke
XelatNexilê Zêr, Barton Fink
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Joel Coen (jdb. 29 çiriya paşîn 1954)[1] û Ethan Coen (jdb. 21 îlon 1957, Minnesota), senarîst û derhêner in ku wekî Birayên Coen têne zanîn. Herdu bira li taxa St. Louis Park a Minnesotayê mezin bûne. Bavê wan Edward Coen, profesorekî aboriyê ye li Zanîngeha Minnesotayê û diya wan Rena Coen, profesorê dîroka hunerê li Zanîngeha Dewletî ya St. Cloud bû.

Zarokahî û perwerdehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zarokatiya xwe de, Joel bi birînâ çîmenê cîranên xwe da pere qezenc dikir. Bi pereyên ku bi dest xistiye wênekêşeke Vivitar Super-8 kirî û bi Ethan re, wan fîlimên ku li televîzyonê temaşe dikirin bi zarokên cîran re ji nû ve çêkirin. Her du bira beşdarî koleja Simons Rock li Great Barrington, Massachusettsê bûn, ku ji bo xwendekarên ronak perwerdehiya destpêkê ya lîsansê da. Joel, piştî ku ji Simons Rock mezûn bû, çar salan li Zanîngeha New Yorkê bernameya xwe ya fîlman dewam kir û bi navê Soundings fîlmekî kurt ê 30 deqeyan, weke têza xwe hilberand. Ethan, beşdarî Zanîngeha Princetown bû û di sala 1979an de bi têza "Du Perspektîvên li ser Felsefeya Dereng a Wittgenstein" di lîsansê felsefeyê de wergirt.

Joel piştî ku ji Zanîngeha New Yorkê mezûn bû, di vîdeo û fîlmên muzîkê de weke "alîkarê çêker" xebitî. Dema ku di mijara derhêneriya fîlm de pispor bû, bi Sam Raimi re hevdîtin kir û di fîlma The Evil Dead a sala 1981ê de bû alîkarê edîtor.

Serkeftina fîlmên Birayên Coen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birayên Coen heta roja îro gelek fîlmên komedî yên serkeftî yên wekî O Brother, Where Art Thou?, Raising Arizona û ji bilî The Big Lebowski filmê "kenawerî ye reş" ji ên wekî Miller's Crossing, Blood Simple û fîlmên ku drama û komediya wek Fargo, The Man Who Wasn't There ("Zilamê Ku Tunebû"[çavkanî hewce ye]), Barton Fink pêk anîn.

Di piraniya fîlmên xwe de, Joel wekî derhêner û Ethan jî wekî senarîst xuya dike. Motaj û sînematografiya filmê wan ji aîdî Roderick Jaynes e. Ev nav paşnavek e ku ji aliyê Birayên Coen ve tê bikaranîn. Her wiha fîlmên ku wan bi hev re nivîsandine û derhêneriya wan kiriye an jî berhemên ku wan ji hev cuda nivîsandine û derhêneriya wan ji cuda kirine hene. Lîstikvanên ku bi wan re xebitîn, gotin ku her du jî xwediyê heman perspektîv û têgihiştinê ne û dema ku bi pirsekê çûn cem yekî ji wan jî heman bersiv distînin. Ji ber vê hevgirtinê, di warê sînemayê de ji wan re "Derhênerê Du Serî" jî tê gotin.

Ew bi tîcaretên xwe yên stîlîstîkî yên cihêreng û tevî hevrêziya celebê têne zanîn. No Country for Old Men, A Serious Man and Inside Llewyn Davis di anketa BBC ya sala 2016an de ji sala 2000an vir ve di rêza fîlmên herî mezin de cih girtiye. Di sala 1998an de, Enstîtuya Amerîkî ya Fîlman (AFI), Fargo, di nav 100 fîlmên herî mezin ên amerîkî de cîh girt.[2]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nav Sal Senaryonivîs Derhêner Zûlan
Zeimers in Zambezi 1970 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen Kurtefilm
Lumberjack at Play 1971 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen Kurtefilm
Blood Simple 1984 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Crimewave 1985 Joel - Ethan Coen (Sam Raimi)
Raising Arizona 1987 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Miller's Crossing 1990 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Barton Fink 1991 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
The Hudsucker Proxy 1994 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Fargo 1996 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
The Big Lebowski 1998 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
The Naked Man 1999 Ethan Coen
Gates of Eden 1999 Ethan Coen Kurtefilm
O Brother, Where Art Thou? 2000 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
The Man Who Wasn't There 2001 Joel - Ethan Coen Joel Coen
A Fever in the Blood 2002 Ethan Coen Kurtefilm
Intolerable Cruelty 2003 Joel - Ethan Coen
Bad Santa 2003 Çêker (JC-EC)
The Ladykillers 2004 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Romance & Cigarettes 2005 Çêker (JC-EC)
Paris, je t'aime 2006 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
No Country for Old Men 2007 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
World Cinema 2007 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen Kurtefilm
Burn After Reading 2008 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
A Serious Man 2009 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Don't Mess with Texas 2008 Ethan Coen
True Grit 2010 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Gambit 2012 Joel - Ethan Coen
Inside Llewyn Davis 2013 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Unbroken 2014 Joel - Ethan Coen
Bridge of Spies 2015 Joel - Ethan Coen
Hail, Caesar! 2016 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
Suburbicon 2017 Joel - Ethan Coen
The Ballad of Buster Scruggs 2018 Joel - Ethan Coen Joel - Ethan Coen
The Tragedy of Macbeth 2021 Joel Coen Joel Coen
Electric Ladyland 2021 Ethan Coen Kurtefilm
Fargo 2014-2023 Çêker (JC-EC)[3][4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "UPI Almanac for Friday, Nov. 29, 2019". United Press International. Roja gihiştinê 11 rêbendan 2020. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |roja-gihiştinê= (alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ "AFI's 100 Years...100 Movies" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 8 çiriya pêşîn 2019 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  3. ^ "Joel Coen". IMDb (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 30 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.
  4. ^ "Ethan Coen". IMDb (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 30 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.