Bizar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bizar (Misir)

Bizar, karê bizir çandinê. Di demên kevn de bizar bi destan ji aliyê bizarvanan ve dihate kirin. Pêşmaleka ku li pişta xwe grêdidan bi bizir tije dikirin û bi her gavê re mistek jê radihiştin û li nava şûva ajotî direşandin. Gundî di karê bizarê de aliyê hev dikirin her rojê diçûn bizara yekî.

Karekî gelekî rîtmik e, ji ber vê kesên bizar dikirin bi granî di ber re kulam jî digotin.

Piştî ku teknîk pêş ve çû û amûrên nûjen hatin afirandin û bizar bir mîbzeran hate kirin weke gelek karên din yên çandinî ev kar jî ji holê rabû.