Bonsai

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bonsai, harmoniya di nava xwezaya zindî (dar), hêzên xwezayê (av û kevir) û mirov (guldank)
Bonsai

Bonsai (bi japonî 盆栽, bon-sai)[1] hunereke baxçeyan a rojhelata dûr e ku bi rêya wê bejn û talên dar û deviyan di amanên biçûk de bi awayekî estetîk têne şeklkirin, da ku biçûk bimînin û hêja werin xuya. Ev huner di çandên din ên rojhilata dûr de jî hene: wek mînak, li Çînê kevneşopa penjing heye, ku kevneşopa bonsai ji wê derketiye holê. Ji bilî wê, li Viyetnamê Hòn Non Bộ nêzika wan e, lê ev kevneşop hewl dide "welat û xwezayên mînyatûr" ên jiyandinê avabike.

Bi nav kirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva japonî 盆栽, bonsai (bi kurdî: "çandina di hindurê guldankê de") ji peyva çînî 盆景, pinyin pénjĭng pêk hatiye ku tê wateya "dîmena nebatan a di hundirê guldankê de" (盆, pinyin pén, "guldank", 景, pinyin jĭng‚ "dîmen").[2] Fermo, bonsai ji peyvên "guldank" û "nebat" pêk tê.[3]

Kevneşopa bonsai li gorî çanda çînî hewl dide ku bi awayekî minyatûr harmoniyek di nava du elemantên xwezayê - xwezaya zindî û mirov - çêbike: Dar an devî xwezaya zindî nîşan dide. Kevir û av hêzên xwezayê zindî dikin. Mirov bi xwe jî bi esera xwe - bi guldankê - tê zindî kirin.[4]

Dara bonsai[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li derveyî rojhilata dûr pirr li ser felsefeya bonsai nayê sekinandin û ev felsefe lewra tenê wek dareke estetîk tê nasîn.

Dara bonsai di guldankeke biçûk de tê çandin û ji bo ku dar biçûk û hêja were xuya, şekla wê bi awayeke hişyar tê guhertin. Wek mînak: tal, kok û belgên darê tên qutkirin da ku dar meztir nebe. Yek caran bi alîkariya têlan xuyabûna wê tê şeklkirin, da ku dar xweşik xuya bibe. Şekl kirina darê li gorî wênekariya çînî ya klasîk tê kirin: Ev wênekarî li gorî prensîbên wabî û sabî ya çanda zen[5] tê kirin, ku koka wê di konfusyuîzm û taoîzmê de ye.

Li Japonyayê bonsai li baxçeyan an jî li tokohoma (quncikeke taybet a di hindurê malê de) tên bicihkirin. Darên bonsai, gava meriv baş xwedî bike, karin sedan salî bên.

Guldank[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend guldankên cuda ji bo darên bonsai

Ji bo wêneyan çarçove çi ye, ji bo bonsai jî guldank ev e. Fermo, guldank beşeke girîng a estetîk a bonsai ye û divê ji her darekê re bi hişyarî bê hilbijartin. Carinan guldank bi taybetî ji bo darên hilbijartî bi karê destê têne çêkirin. Wek mînak: ji çamên kevn ên tîk re guldankên çarkenar ên ne boyaxkirî (bi rengê erdê) xweş lê tên. Ji bo darên zirav ên ku çîçek didin guldankên gilower tên hilbijartin. Ji darên kaskad re (darên ku talên wan ber bi jêr ve dirêj dibin) guldankên kûr pêwîst in, ji ber ku dengeya optîk girîng e û ger guldank ne kûr be, wê çaxê dar kare biqulibe. Ji darên bi şeklê lîterat (darên ku ber bi jor ve dizivirin) guldankên gilawer rind in.

Xwedîkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava meriv xwedîkirina dara bonsai û riwekên din ên dekoratîf bîne ber hev, wê meriv bibîne ku xwedîkirina darên bonsai hinkî cudatir e.

Erd û kok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku cihê koka darên bonsai bi guldana wê sînorkirî ye, dar nikare kokên nu çêbike. Fermo, dar nikare bi awayeke xwezayî pêş bikeve. Sewa ku dîsa şîn û xweşik bimîne, divê (ji riwekên din zêdetir) bê gubre kirin. Berê erdên klasîk en gubre kirinê dihatin bikaranîn, lê ji ber ku ew dibin sedema zêdebûna xwê ya di hindurê guldankê de, gubre kirina nujên (bi avên mîneralkirî) her ku dibe zêdetir tê bikaranîn.[6]

Tal û pelg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bonsai bi talên hişk û tazî, ji sala 1905an û pê ve hatiye xwedîkirin (dareke bonsai ji famîleya juniper, li National Bonsai & Benjing Museum a arbonetuma neteweyî ya DYAyê

Bonsai darên gelek hesas in, lewra divê meriv rind lê binêre. Heger na, pelgên darê wê bikevin. Herwiha, meriv kare talên hişk û bê pelg wek taybetiyeke estetîk jî bikarbîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gustafson, Herbert L. (1995). Miniature Bonsai. Sterling Publishing Company, Inc. r. 9. ISBN 0-8069-0982-X.
  2. ^ Oberlander, Judy; Wai, Joe;Keswick, Maggie (1990). In a Chinese garden. Vancouver: Dr. Sun Yat-Sen Garden Society of Vancouver. r. 59. ISBN 978-0-9694573-0-5.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ "bonsai". Phoenixbonsai.com. Ji orîjînalê di 2 tebax 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 nîsan 2009.
  4. ^ Nippon Bonsai Association (1989). Classic Bonsai of Japan. Kodansha International. r. 140.
  5. ^ Redding, Myron. "Art of the Mud Man". Art of Bonsai. Ji orîjînalê di 25 sibat 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2010.
  6. ^ Walter-pall.de: Substrat, Wasser, Düngen (derheqê xwedîkirina darên bonsai, bi elmanî)