Here naverokê

Boudîka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Boudicca hat beralîkirin)
Boudîka
"Boudîka ji brîtaniyan re bang dike", tabloya John Opie (1761-1807)
Navê rastî
Boudīka Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûnc. 30 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Brîtanya Romayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin61, 62 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Brîtanya Romayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêJehrkirin li ser wîkîdaneyê biguhêre(Xwekuştin)
Pîşe
Meqam
  • keybanû (îkênî) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Prasutagus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Boudîka, Boudicca, Boudica navê keybanûyekê ye ku li girava Brîtanyayê li hemberî romayiyan serî hildabû û têkoşîbû.

Di demên zû de mêrê wê Prasutagus û ew bi hev re li qebîleyeke ji keltên bi navê îkênî (bi latînî: iceni) de desthilatdar bûn. Prasutagus du keçên xwe dabû împerator Nero û qebîle bibû hevalbendê Împeratoriyê. Pişta mirina key, Boudîka wek keybanûyê hate ser text. Lê Împeratorî wê firsetê dît û axa îkêniyan bi temamî dagir kir û statûya hevalbendiyê jî ji holê rakir. Boudîka vê yekê qebûl nekir. Lê wê çaxê jî ji aliyê Împeratoriyê destdirêjî keçên wê kirin. Piştê wê bûyera qirêj Boudîka serî hilda. Demekî kurt de Camulodunum, Londinium û Verulamiumê bi dest xist û wêran kir, 80 hezar hemwelatiyên Romayê kuştin.

Li aliyê Romayê ji bo agirê serhildanê bitefîne parêzgar Gaius Suetonius Paulinus hêzeke mezin amade kir. Her du hêz di şerê wek Şerê Kolana Watlingê tê zanîn de hatin hemberê hev. Parêzgar bi taktikên stratejîk ve û bikaranîna mercên cografî jî ser ket. Tê gotin ku keybanû ji qehra têkçûnê xwe bi jehrê kuşt.

Nivîsên Tacitus ji me ra dibêje ku pirsgireka destpêka Boudîka bi wî awayê pêk hatiye, piştê destderêjiyên keçên wî û şelaqkirinê serhildan dest pê kiriye.[1] Lê bi gotina Cassius Dio jî pirsgirêk tim yên bacê bû. Bi gotinên Tacitus ji aliyê diroknasa zêdetir tê qebûl kirin.[2]

  1. ^ "The Revolt of Boudica according to Tacitus". warwick.ac.uk. Roja gihiştinê 6 adar 2023.
  2. ^ Mark, Joshua J. "Boudicca". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2023.