Cemal Ebdo
Cemal Ebdo | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cemal Ebdo, wekî Mîrê Hêkan jî tê nasîn, wênesazekî kurd e. Ebdo ku di sala 1961ê de ji dayîk bûye li Almanyayê dijî.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hunermend Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) di 27ê gulana 1961ê de li gundê Til Kidiş (Tilgidiş) nêzîkî bajarê Dirbêsiyê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye.
Piştî bidawîkirina xwendina dibistanê di sala 1980î de, Mîrê Hêkan di sala 1981ê de berê xwe da Almanyayê. Li wê derê, wî di Zanîngeha FH-Aachen de dest bi xwendina bilind kir. Di 1988an de, wî xwendina xwe bi dawî anî û dîplom wergirt.
Di ber xwendina xwe re, Mîrê Hêkan di warê şanogerî û derhêneriyê de xebitî. Herweha wî demek dirêj dîlana balet û ya caz dikir û di vî warî de gelekî serkevtî bû.
Piştî xwendina xwe, Mîrê Hêkan di gelek waran de kar kir û bi taybetî di amadekirina hovk û dîkorên kanalên televizyonê yên almanî WDR û ARD de.
Hunera nûjen û modern roleke bingehîn di jiyana Mîrê Hêkan de dilîze. Ew bi enerjiyeke mezin û fantaziyeke xurt ramanên xwe di tabloyan de pêk tîne û ew li gelek welatên ewropî pêşkêş kirine.
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xemgînê Remo, Hevpeyvînek ligel Mîrê Hêka: Cemal Ebdo. Zanîn, 9 (1994).
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera Cemal Ebdo (Mîr Hêk)
- Hêka Jiyanê Girêdana arşîvê 2004-07-01 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |