Claudia Pahl
Claudia Pahl, ku bi navê Pahlî hatiye naskirin, nivîskar û hunermendekî alman e. Ji hêlekê ve wek aktereke şanoyê ko di warê satîrê (komîdiya rexeneyî) li Niedersachsen hatiye naskirin, ji hêla din ve nivîsên wê ên pexşan, efsane û helbestê belav dike.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pahlî, di sala 1971ê de ji dayîk bûye û niha li Hannover dijî. Pahlî xwendina xwe a zaniyariya civakê di sala 1998an, li zanîngeha Bochum û Hannover bi dawî aniye. Ji sala 2001ê ta niha jî serperştiya Govara rojane di Radiyo Flora de dike.
Ji salên 1989an de dest bi nivîsînê kiriye û gelek deqên şanoyên xwe nivîsîne. Pahlî di rêdaksiyona çend govaran de kar kiriye û hinek pirtûk weşandine.
Pahlî berhemên xwe di gelek govaran de belav kirin û bi taybetî ên di wan de kar kiriye û ên Radiyo Flora, herweha deqên xwe li pir deveran xwendine, û li pir cihan wek aktereke şano derketiye ser textê şanoyê.
Pahlî di beşê hunera axaftinê de pispora û waneyên hunera axaftinê (Rethorik) li Zanîngeh a Hannover û kursên taybet dide.
Pahlî di helbestên xwe de carnan ji motîvên siyasî derbasî deqên xwe dike û dixwazê bersivê bide. Lê vê dema dawî de, gihaye wê behweriyê, ko êdî bersivdan û qane,ikirin ne karê helbestê ye, belkî çandina pirsan pêdivîtir e ji bersivan, lê dîsan jî mirov tê tîne der, ko pirr caran xelkekî din û derdên wan dinivîsê.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Govara di navbera qadan de / 1998
- VERschwore, govara toreya nû, êlûn 1999
- Antolojiya Benda IX- pirtûxan bo helbesta bi elmanînivîs
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Claudia Pahl Girêdana arşîvê 2004-08-20 li ser Wayback Machine
(ji tirej.net)