Komputer



Komputer, kompyuter, kompîtur[1], kompîter, kombers, xêvjimêr amûr û hişekî elektronîk e ku gelek xebatên arîtmetîk û mantiqî li gor bernameyeke berê lê hatiye barkirin, dike û diqedîne. Kompîter amrazek e ku ji bo zincîreya kirdegerîyên jimêryarî yaxût lojîkî bi şêweyekî xwekar encam bide bernamesazî pê tête kirin.
Computer bi ingilizî, ordinateur bi fransewî, bilgisayar bi tirkî, rayane bi farisî ye. Amûra xebatê ya ko mirov pê hejmarê dike, nemaze makîneyeka elektronîkî ku bernamekirî be û bikare karên matîmatîkî an mentiqî yên pir lezgîn pêk bîne an agahiyan (informasyonan) berhev bike, tomar bike, berhev bide an bi awayekî din ê dilxwestî û li gorî bernameyeke berê hatiye nivîsîn amade bike.
Kompîterên nûjen ên elektronîk î dîjîtal dikarin komeka giştî ya kirdegerîyan encam bidin ku bi navê xwe yê "bername" nasyar e. Bername îmkanê dibexşe kompîteran ku komeka berfireh ya erkan encam bidin. Zarava bi navê pergala kompîter amaje bi kompîtereka temambûyî dike ku reqamûr(zextamûr), pergala karpêkirinê(pergala bikarxerî), nermamûr û techîzata amûra derekî(teniştamûr) ku pêdivî ye herwisan ji bo tevahîya kirdegerîyan bi kar tê, li xwe digire; yaxût amaje bi komeka kompîteran dike ku pêkve pêwend in û pêkve kar dikin, bo nimûne tora kompîter(English: Computer Network) yan komala kompîter(English: Compute Cluster). Pergala Kompîter, hin caran bi mebesta ku ji bêjeya destgeha kompîter(English: Computer Appliance) bête cudakirin jê ra Kompîtera Mebestgiştî an kompîtera mebesta giştî tê gotin.
Cûrbicûr berhemên pîşesazgerîyê û berhemên mezêxeran(English: Consumer Products) kompîteran wekî pergala kontrolê(sîstema kontrolê) dixebitînin ku amûrên asayî(anku sade) yên mebesta taybet(English: special-purpose) her wekî amûra firina mîkroweyv û dûrekontrolan , herwisan amûrên karxaneyan û robotên pîşesazgerîyê li xwe digire. Kompîteran di nava amûrên mebestgiştî da(English: general-purpose) cîhê esasî digire. Bo nimûne kompîtera kesî(English: personal computer) û amûrên destî(English: mobile devices) her wekî smartphone. Kompîter hêzê bi înternêtê didin lewre mîlyaran kompîter û bikarhêneran pêkve vedibeste.
Kompîterên seretayî, tenê ji bo hesabkirinê hatibû xebitandin. Ji demên kevnar va keresteyên destkar(manûel) yên asayî mîna xaldank(English: abacus) di hesabkirinê da ji mirovan ra alîkar bûn. Di serê şoreşa pîşesazî da mîna nexşên rênima ji bo tevn û çinîngehan, hin amûrên mekanîk hate çêkirin da ku karên dirêj û tengijîner bi şêweyekî xwekar encam bide. Di serê sedsala 20an da amrazên karebayî yên jê pêşketîtir hesabên analog yên xisûsî encam da. Yekem amrazê jimêrkarîyê yê dîjîtal î elektronîk di dema şerê cîhanî yê duyem da hate çêkirin. Di dûmahiya sala 1940an da yekem transîstora nîv-gihîner, li dû vê hindê jî di sala 1950an da binema-sîlîkon MOSFET (MOS transîstor) û teknolojîya çîpê ya gêjena yekparçeyî ya monolîtîk hat ku di sala 1970an da bûn hokarê şoreşa mîkrorêkxer(English: microprocessor) û mîkrokompîteran. Ji vê demê va li gel zêdebûna bi lezûbez ya hejmarên transîstoran (Qanûna Moore destnîşan dike ku serê du salan ew hejmar dê ducar zêde bibe) lez, hêz û guncavetîya kompîteran jî bi awayekî serincrakêş pêda pêda zêde bû ku ew yek bû hokarê Şoreşa Dîjîtal di dûmahiya sedsala 20an û serê sedsala 21an da.
Nêrîtane, kompîterên hevçerx herî kêm ji yek hêmana rêkxerê, bi awayekî tîpîk libek yekeya rêkxerê navendî (CPU) di şêwaza mîcrorêkxerê da, li gel hindek cûreyên bîrgeha kompîter, bi awayekî tîpîk çîpên bîrgeh ên nîvgihîner pêk tê. Hêmana rêkxerî kirdegerîyên arîtmetîk û lojîkî encam dide, û yekeya rêzkirin û kontrolkirinê bi piştbestina bi melûmatên paşekeft dikare rêzebendîya kirdegerîyan biguhere. Teniştamûr(English: peripheral devices), amûrên têkefte(depkilîl, mişk, joysitîk û hwd.), amûrên derkefte(pêşander, çaper û hwd.) û amûrên têkefte/derkefte ku herdu karî jî cîbicî dike. Teniştamûr rê pê dide ku melûmat ji jêderkên derekî bête wergirtin, û îmkanê dibexşe ku derencamên kirdegerîyan bête paşekeftîkirin û wergirtin.
Komputer bi rastî pirşiyan in. Ew makîneyên cîhanî yên destwerdana zanyaran in. Li gorî bîrdoza Church-Turing (Church-Turing Theory), her komputer xwedî şiyaneka kêmanî ya derazînkî (minimum threshold capability) di koka xwe de dikare her karekî ku komputereke din dike bike. Lewma, komputerên xwedî şiyanên curane, ji Arîkareka Kesokî a Dîgîtal (PDA) heta Superkomputeran dikarin heman karî bikin, heke dem û bîr (memory) nehên liberçavgirtin. Lewma, heman cureyê komputeran reng e ji bo gelek karên ji hev cuda yên mîna durustkirina lîsteya mûçeyê karmendan heta ajotina Gemiyên Esmanî yên bê Mirov bihên bikaranîn. Lê ji ber pêşveçûnên teknolojîk ên mezin ên vê dawiyê, komputerên elektronîkî yên nû gelek ji yên kevin bikêrtir in (diyarokek ku hindek bi Qanûna Morî ango Moor's Law tê wesifandin).
Bi gelemperî xebatên komputerê dikarin bibin 2 beş:
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî Oxford English Dictinoaryê, yekem bikaranîna bêjeya kompîter, bi wateyekê ciyawaz di sala 1613an da di pirtûka bi navê The Yong Mans Gleanings ji nivîsîna nivîskarê Ingîlîz Richard Brathwait da bû ku: "I haue read the truest computer of Times, and the best Arithmetician that euer breathed, and he reduceth thy dayes into a short number." Mebest ji vê bikaranînê mirovkompîter(English: human computer) anku kesa/ê ku kiryarên jimartinê an kiryarên mihesebeyê encam dide, bû. Ew bêje bi heman wateyê hetanî sedeya 20an hat bikaranîn. Di beşa duyemîn a vê serdemê da, ji ber ku li gorî hevpîşeyên xwe yên mêr destheqa mirovkompîterên jin kêmtir bûn, jin hildidan ser kar. Di sala 1943an da zêdeparîya mirovkompîteran jin bûn.
Mêjû
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêşîya sedeya 20an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Zana Farqînî (2009)
Ji bo xebitandina komputerê çend Pergalên Xebatê hene, mirov pêşî wan pergalan di komputera xwe de saz dike.
Pergalên xebatê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- DOS
- GNU/Linux
- Mac OS
- Microsoft Windows
- Unix
- Yên din di Lîsteya Pergalên Xebatê de
Nivîsbarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nivîsbarî ji zimanê bernameyên komputerê re tê gotin. Ev zimanekî gelekî cuda ye û teknîk e. Bernameyên ku bi vî zimanî hatibin nivîsandin, wekî nivîsbarî tên binavkirin.
Şexs û Şîrket
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kampanya
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çend gotinên zimanê komputerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Înternet - Nivîsbarî (Software) - ڤایرۆس (Vîrus (xêvjimêr))
Dîroka komputerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1868 Patenta design a OWERTY hate standin.
- 1922 Cara yekem tupê tîrêjên katot a germ (CRT) hate hilberîn.
- 1939 Atanasoft -Berry, ABC îcad kir.
- 1946 ENIAC, yanî yekem komputera elektronîk a dikare were bernamekirin hate çêkirin.
- 1947 Cara yekem lîstika video hate afirandin.
- 1955 Cara yekem Diska Sabit hate çêkirin: IBM 350
- 1959 Cara yekem dewreya entegre an jî binavê navdar mikroçîp hate çêkirin.
- 1963 Jidayikbûna "kêzikê". Dûre navê wê bû Mişk.
- 1969 Bi yekemîn girêdana ARPANET'ê destpêka înternetê çêbû.
- 1982 Diskên Kompakt (CD) wekî pêşengê şoreşa dijîtal derketin piyaseyê.
- 1978 Hemû xebatkarên PC'yên modern mîmariya Intel x86 bingeh digirin.
- 1993 PC bûn platformeke lîstikan. Li yongaya Intel x86'ê 64-bit danerê, xetên pirxebatê û dûre jî teknolojiya MMX hatin lêzêdekirin. MMX'ê tiştekî zêde bi xwe re neanî, lê bi me da zanîn ku hemû xebatkar ne yek in ji MegaHertz'ê wêdetir dikare hinek cudahiyên wan ên din jî hebin.
- 1998 AMD'yê bersiva Pentium'ê da. Xebatkarê wê teknolojiya 3DNow! dihewand. Gelek caran bi qasî Pentium 2 performans dida û gelekî erzan bû.
- 2004 Hîn jî Pergalên Xebatê û sepan li gor 64-bit'an pêşve neçûne. Lê AMD Athlon 64 ji aliyê lîstikvanan hate hezkirin.