Dêra Zehferanê

Dêra Zehferanê
  • Dêr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°17′58″Bk 40°47′33″Rh / 37.29939°Bk 40.79261°Rh / 37.29939; 40.79261
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • Sedsala 5an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
Malperwww.deyrulzafaran.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dîmenek ji Dêra Zehferanê

Dêra Zehferanê (Deyru'z-Zaferan) dêreke suryaniyan e ku dikeve 3-5 kîlometre li rojhilatê Mêrdînê.

Dêra Zehferan di nava rezên tirî û daran hatiye avakirin. Dêra ku ji sê qatan pêk tê û piştî hate avakirin heta niha gelek beş li ser wê hatine zêdekirin. Ev dêra dîrokî û mezin 3-5 kîlometre li rojhilatê Mêrdînê dikeve. Di sedsala 4em de, di nava çiyayên biçûk de li nava rezên tirî û darên berûyan hatiye avakirin. Bi berhemên dîrokî yên Mezopotamya jorîn de berhemê herî zêde tê nasîn. Her wiha navenda cemaeta suryaniyên Qedîm e.

Heta sala 932an bi qasî 640 salan di destê suryaniyên ortodoks de maye û bûye warê patrikên suryaniyan. Her çend gelek caran beşên cûda di salên cuda de li ser wê hatibin zêdekirin jî dîsa wekî yek perçeyî hatiye avakirin. Ev dêra ku wekî keşîşxaneyê jî tê bikaranîn, bi reng û ruyê wê, bi motîv û fîgurên li ser kevirên dîwarên wê hatine hûnandin reng û ruh dide dêrê.

Tê gotin ku aramî ku baweriya xwe ji rojê dianîn û sucdeyî rojê dibûn; Beriya Îsa (B.Z.) bi 2 hezar sal berê heta piştî zayinê di her hojhilatê de ayîn pêk dianîn û dilsoziya xwe ya li hemberî rojê dianîn ziman. Piştî Îsa li vir Keşîşxane hate avakirin û aramiyên vir êdî dînê xiristiyaniyê pejirandin. Mozaîkên ku ji serdema aramiyan maye vê yekê piştrast dike. Ji ber vê yekê tê gotin ku beriya Îsa, perestgeha rojê bû. Pişt re ji aliyê romayan wekî keleh hatiye bikaranîn. Piştî Roma ji herêmê derketin, Azîz Şleymun hestiyên hin ezîzan anî vir veşart û keleh kir keşîşxane.

Ji ber vê yekê jê re dibêjin Keşişxaneya Mor Şleymun. Piştî ku Metrepolîtê Kefertuth Aziz Hananyo di sala 793an de vir restore kir, ev keşîşxane li ser navê wî wekî Keşîşxaneya Mor Hananyo hate binavkirin. Piştî salsala 15’an ji ber pinçar û gihayê zafaran (safran) li derdorê wê çêbû navê Keşîşxaneya Safran (Dey- rulzafaran) hate gotin. Keşîşxaneya ku di herêmê de herî mezin û zindî ye, hêj deriyê wê ji xizmeta olî û ayinan re vekiriye. Her sal bi hezaran turîst ji dervê welat û hundirê welat tên wê ziyaret dikin. Taybetiya vê Keşîşxaneyê ya herî balkêş gora 52 patrîkên suryanî heye. Kîlometreyek li bakurê keşişxanê Dêra Dayika Meryem (Perestgeha Theodoros) û Keşîşxaneya Mor Yakup heye. Herdê keşîşxane sêkuç in. Di hundirê keşîşxanê de pirtûka pîroz încîl û gelek perhemên dirokî hêj li vir tên parastin. Wer wiha tê gotin ku berê vir navenda tipê bû. Xerabeyên Xaxê jî bingeha şaristaniyek dîrokî hembêz dike.

Qubeyên wê ji daran hatiye hûnandin. Dîwarên wê yên derve û hundir ji kevirên şehkirî û xemilandî hatiye pêçan. Keşîşxaneya Deyrulzafaran demek pir dirêj wekî wargeha perwerdehiya Suryaniyan û dibistan hatiye bikaranîn. Tê gotin ku yê yekem car çapxane aniye herêmê patrîkê keşîşxaneyê 4emîn Petrûs ku di sala 1895an de jiyana xwe ji dest da ye. Ev dêr û keşîş niha navenda îbadetxaneya suryaniyan e. Her sal ji çar aliyên cîhanê suryaniyên ku li cîhanê belav bûne tên vir ziyaret dikin, li vir dua û ayina dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]