Dîlana dêvan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dîlana dêvan, dîlaneke bi tirs, xof û bisêhr e. Yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Kes nizane dêv di nav xwe de çi şêwrê dikin. Kêm kes dikarin nêzîkî wargehê dêvan an jî dîlana dêvan bibin. Hin caran dêv di dîlanê de dikevin pevçûnan. Çiya û banî dilerizin, darên daristanan ji koka xwe difilitin, ba û bablîsok radibin.. Kes nizane çi nakokî hene di navbera wan de daku pevdiçin. Tenê lehengên zîrek û wêrek dikarin nêzîkî dîlana dêvan bibin û texmîn bikin ka dêv di çi armancê de ne.