Dîroka êrîşên li serhildana rojavaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

DAIŞ'a terorîst bi alîkariya Tirkiyeyê û li ser sînorê Iraqê derbasî Rojava bû. Di sala 2013 li Dêre Zorê û Reqa bi cih bûn û li Sûriyê belav bûn. Bajarê Reqa kiribûn ser bajarê xwe.

[1]

Êrîşên li gundê kurdên êzdî Qestel Cendê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vir, hewldana pêşî bû. Di hefteya sêyem ya kewçerê de Tirkiye ji hêzên ku biçekkirina ên weke yên Omar dedîxî got wan û ji wan xwest ku hêrîşî kurdan û herêmên bikin. Lê di wê hewldanê de ev komên çete jî bi serneketin. Bi vê yekê re dewletê, li ber gund, ku herêmên tirkimanan xwest ku ji wan deran rêxistinkirinê li dijî kurdan bide kirin. Bi vê yekê, ev komên çete ên çekdar afirandin û çandina bi ser kurdan de.

Êrîşên li taxên kurdan Eşrefiyê û Şêx Maqsûd li Helebê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd, taxên kurdan in ku dikevina herême Helebê de. Li vir, berî vê hewldana Tirkiyê ya bi komên çete ên weke ên Omar Dedixî û hwd re, berî wê bi hefteyeke hêrîş biribûbûna ser van herdû taxên kurd. Hingî hin komên ku xwe we artişa azad didan nasîn û navê "Tabûra Salahadin" ku li xwe kirin û ji aliyê Tirkiyê ve ku hatibûbûna bi rêxistin kirin, ji aliyê wan ve hêrîş li van taxên kurdan hat kirin ku bi dehan kurd hatin qatil kirin. Ev koma çete ya ku navê "tabûra Salahadin" li xwe kirî komeka çete ku ji aliyê Tirkiyê hatibû demezrandin û biçekirin ku li dijî kurdan û herêmên wan û statûya şer bike û nearamiyê li herêmên wan bide çê kirin.

Êrîşên komên çete yên çekdar ên li Serêkaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ew hewldanên dawî yên li rojhilata navîn tê fehmkirin ku êrîş ji aliyê komên çete yên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyê ve li Serêkaniyê bûn hatine kirin.

Êrîşa 8ê çiriya paşîn 2012[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev hewldana sêyemin jî di 8 çiriya paşîn de Tirkiya bi van hêzên çete û çekdar da kirin li ser kurdan. Ji aliyê Tirkiyê ve ku Tirkiyê ew bi çek kiribûn, xwestin ku bikevina vê herême kurdan. Lê weke carên din ên ku bûn wê carê jî ew hewldan rastî berxwedana kurdan hat. Bi vê yekê re, kurdan li ber wê li berxwe da.

Tirkiye, bi vî rengî, hertimî komên çete ên çekdar dan hêrîşkirin li ser serê kurdan. Hertimî xwest ku kurdan, ew rewşa xwe ya xweserî ku wan li herêmên xwe bi serê xwe û bixwe dana avakirina bixûrîxênin. Bi vî rengî, Tirkiyê hewldanên xwe domandin. di vê dema ku Tirkiyê ev hêrîş li kurdan didan kirin jî, li zindanên li Tirkiyê ser deh hezarî re girtîn kurd di girêva birçîbûnê de bûn ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tecrîda li ser serê serokê xwe û parastina bi kurdî.

Êrîşa 16ê çiriya paşîn 2012[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirkiyê, komên çekdar, ên ku bi rêxistin kirina û biçekkirina, şandina bi ser herême kurdan ya rojavayê Kurdistanê ya Serêkaniyê de. Di heman demê de di 16.çiriya paşîn de serokê Meclisa Serêkahniyê Abid Xelîl ji aliyê vê van hêzên ku Tirkiyê şandina ve hata qatil kirin. Piştre jî Tirkiyê di 19. çiriya paşîn bi topxane wê herêmên Serêkahniyê û nava bajêr bixwe da ber topbaranan. Piştî ku hêzên çekdar hatina şandin li wê herêmê Tirkiyê xwest ku bi wê topbarana li wir, hem wan bi wêre bike û hem jî şerê wan yê bi kurdan re bide dest pê kirin.

Roja ku Abid Xelil, hat qatilkirin, hingî wî amedekariya xwepêşandinekê bi hemû saziyên kurdan re dikir. Wê bi wê xwepêşandinê, kurdên ku wê herêmê hatina ravandin û Tirkiyê ew li wergahan bicih kirin ku vegerihina cih û warê xwe. De ne, Tirkiyê, bi rêya hin komna ku xwe weke kurd di denezênin, bi armanca ku mirovan ji wê herêmê bidina ravandin, aloziyê derdixin û di wê îstîfada ku mirovên ku di raavina bi aliyê bakûrê Kurdistanê hemûya berhev dike û dike wergahê de. Hemû mirovê ku hatibûbûna bi aliyê bakûrê Kurdistanê, ne bi xwesteka çûna wergahan li bi armanca ku ku herina wir li wir li xizmên xwe yên ku hena ku xwe li wan bigir in diçîn. Ji ber pirraniya mirovên ku Serêkahniyê di ravin û tên bakûrê ku Kurdistanê ku xizmên wan li vi aliyê sînor hena. Pêşî, e wbi vê hizrê tên xapandin û wan dikina rêyan de. Lê ku ew ketina rêyan û hatin jî, êdî ne hiştin ku ew herina cem xizmên xwe û hatina xistin li wan wergahan de. Bi vî rengî, hemû jî, hatibûbûna xapandin. Xwepêşandina ku wê bihata li darxistin jî wê bi armanc piştgiriya ji wan mirovan re bû. Ji ber ku pirraniya wan dixwest ku vegerina malên xwe. Lê hê jî, dewleta tirk destûrê nadê wan ku vegerihina malên xwe.

Êrîşa 21ê çiriya paşîn 2012[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serê Kaniyê (îlon 2012)

Di 21´ê çiriya paşîn de komên çekdar ku bipiştgiriya Tirkiyê ji sînorê Tirkiyê bi 7 tank û gelek erebeyên leşkerî ji sînor ji aliyê Tirkiyê bi hevkariya ji sînor buhurtin û hêrîşî Serêkaniyê kirin. Berî wê,d i 8. û 19´ê çiriya paşîn de ev hirşî bûbûn. Lê komên çekdar vê naqlê bi çekên giran hêrîş birina ser Serêkahniyê. Li Serêkaniyê yanî li rojavayê Kurdistanê, kurd jî bi hêzên parastina gel YPG´ê re xwestin ku hêza xwe mazin bikin û bidina nîşandin li dijî van komên hêrîşkar ên ku hêrîşî kurdan dikin. "Koma ku hêrîş dike ji xwe dibêje "Xuraba El-Şam" a. Hêza "artişa Azad" daxûyanî da ku ti têkiliya wan bi van koman re nîn a. Ev kom ji aliyê Tirkiyê ve hatina bi rêxistin kirin. Bi teybetî, armanca wan, ew a ku statûya kurdan û destkevtiyên wan ên li rojavayê Kurdistanê ji holê rakin û têk bibin. Vê komê, berî hingî hêrîş kiribû ku çend kurd kuştibûn. Gelek kurdên ku wê dil girtibûn jî, wê tevî ku di destê wê de bûn û dil û ankû esîr bûn jî, ji aliyêl vê komê ve hatina qatil kirin.

Di hêrîşa vê naqlê de, hin tankên rejima Baasê ku van koman bidestxistibûn li Halebê Bab´ê û Cerablûs´ê, biribûbûna "ezaz" û li ser wê re biribûbûna başûrê Kurdistanê ku di bin destê Tirkiyê de ya. Li wir, biribûbûna "Ceylanpinarê". Li wir, komên çekdar ku Tirkiya wan bi rêxistin dike û dide hêrîşkirin li ser kurdan ji aliyê artişa Tirkiye ve bicihkirina û wan li wir perwerde dikin û dibêjina wan ku wê hêrîşî kuderê bikin. Li wê herêmêa Reha û ankû Şanliurfa, li "Serêkaniya bakûr" û li "ceylanpinarê", ev komên ku Tirkiya wan dide amdekirin û dide hêrîşkirin lê bicih in. Ev herdû herêm jî, dikevina herême bersînorê Serêkaniya rojavayê Kurdistanê jî.

Van komên di 21´ê çiriya paşîn carek din bidest hêrîşê li rojavayê Kurdistanê li Serêkaniyê kirin, berî hingî di 8´ û 15 û 16´ê çiriya paşîn de jî hêrîşî Serêkaniyê kiribûn û windahiyên mazin dabûbûn li ber berxwedana kurdan û YPG´ê.

Hêrîşa ji 15´ê Çile´ya heta 21´ê Çile´yê´yê 2013´an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ketina sale 2013´an de, tirkiya dîsa komên çete ên biçek ajotin bi ser Serê Kahniyê de. Heman koman bi dehan windahî dan. Li Girkê û gundê Girzîro hêzên kurd ên YPG, hêzên rejimê dorpêç kirin û di dorpêç kirina di ancam 14 rojan de, hêzên rejim. ser 140 leşkerên wê teslîmî hêzên YPG´ê bûn. Lê vê carê ji aliyê Serê kahniyê ve jî, tirkiya gelek kom lev dabûbûn li hevdû û şandibûn bi ser kurdan de. Hêrîşa vê carê ya komên çete, bi tankên leşkerî ku tirkiya ji wan re temîn kiriya hêrîş kirin. di ancama bombabarandina bi tankan, zarokên piçûk jî di nav de gelek mirovên kurd û Arab ji aliyê ve van hêrîşên van çeteyan ve hatin qatil kirin. Konseye bilind a kurd, ragihand ku "tirkiya dixwezê şerê nava kurd û araban derxe û kurdan ji pêvajoya şoraşa Sûrî dûr bike û derxe." Vê carê jî, komên çete ên bi navê Şehûda El-Tahrîrî, Newaf El-Beşîr, El-Nasra û hwd hêrîşî kurdan û herêmên wan dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Google Image Result for https://www.amnesty.org.uk/files/2018-06/251050_Raqqa_%20Syria_%20February%202018%20%28half%29.jpg?VersionId=2lPHHd4WZTDMRB5RAd5iAAFPXKYTZ.d1". www.google.com. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)