Êzdî
Êzdî | |
|---|---|
|
| |
| Dewlet | Iraq, Sûrî, Tirkiye, Ermenistan |
| Nifûs | 1.000.000 |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Êzdî[1], komeke etnodînî ya kurdî ye ku bi piranî li Kurdistanê û li hinek deverên din ên li Rojhilata Navîn dijîn. Pirraniya ezdiyan xwe wekê kurd dibînin lê hinek ji wan îddîa dikin ku ew komeke serbixwe ne lê di warê çandî û zimanî de serbixwe bûyîna êzdiyan nehatiye tespît kirin.[2] Îro li Ermenistanê êzdî wek kome etnîkî ya serbixwe têne naskirin.[3] Hêjmareke piçûk ên êzîdiyan li Ermenistan û Gurcistanê dijîn. Piraniya êzîdiyên ku îro li Rojhilata Navîn mane li Kurdistanê dijîn ku bi giranî li parêzgeha Nînewa û li parêzheha Dihokê bicih bûne.
Êzdîtî oleke yekxwedayî ye ku xwe dispêre kevneşopiyên devkî. Mirovên xwedî baweriya êzditiyê tenê bi rêya jidayikbûna ji dêûbavên êzdî (bi rêya endogamiyê) dikare bibe êzdî. Li gorî rêbaza zewacê, zewaca di navbera kesek êzdî û ne-êzdî dibe sedema dûrketina ji civakê.[4] Di navenda baweriya êzdîtiyê de Tawisê Melek, Şêx Adî ibn Musafir (1073-1163) û heft sir hene. Gora Şêx Adî li deşta Lalişê perestgeha sereke ya êzdiyan e û mebesta hecê ya salane ya payîzê ye.
Îxtîmal heye ku ji ber nezanî û nefêmkirinê, çîrokên neyînî yên derbarê êzdîtî û Tawisê Melek de ji aliyê kesên ji baweriyên din ve hatine belavkirin. Ji ber vê yekê di dîrokê de gelek êrîş û komkujî li hemberî civaka êzdiyan pêk hatine. Wek mînak, êzdî ji tebaxê 2014an vir ve dîsa bûne qurbaniyên komkujiya li dijî êzdiyan.[5][6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Osman Sebrî: Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 373.
- ^ "Humanitarian aid workers' knowledge of minority cultures in Iraqi Kurdistan" (PDF). Jhumanitarianaction.springeropen.com. 2018. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ "The Ethnic Minorities of Armenia" (PDF). Minorities-network.org. 2002. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk). Palgrave Macmillan, 2018, ff. 269 - ^ Allison, Christine (2001). The Yezidi Oral Tradition in Iraqi Kurdistan (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-7007-1397-4.. Palgrave Macmillan, 2018, S. 269 ff.
- ^ "Statement by the Commission of Inquiry on Syria on the second anniversary of 3 August 2014 attack by ISIS of the Yazidis". Ohchr.org. 3 tebax 2016. Ji orîjînalê di 17 tebax 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
- ^ "IS-Dschihadisten prahlen mit Versklavung von Jesiden - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 20 îlon 2024.
| Ev gotara ji bo kurdekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |