Dûzana Ockhamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xêzkariya destnivîsê li gorî Williamê Ockhamî

Dûzana Ockhamê, ev zagona ku yek ji zagonên bingehîn ya fikara zanistî ye, ji aliyê rebenê fransîsî û feylesofê îngilîzî yê sedasala 14ê Williamê Ockhamî (William of Ockham) ve hatiye fikirîn. Bingeha vê zagonê ev e: ji bo ravekirina bûyerekê an jî problemekê ger du teoriyên wekhev hebin û mirov nekare bizane rasttir e, ev zagon dibêje ku ya hêsantir ya rasttir e.