Dar û pil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dar û pil, leyistikek zarokan e. Yeko yeko jî bi grûban jî dihê leyistin. Amûrên leystikê darek (şıva qalind) û pil[darik]eke. Dar bi qeysî 75 cm, pil jî bi qeysî 25 cm drêj e. Dar wek şivekê ye û rast e. Lê pil kinik û qalind e û ji bo dar xweş were lêxistin û ji erdê xweş were rakirin her du serikên wê jî tûjik in.

Zarok berî ku bileyizin ciyê li pilê xistinê bi xêzikekê tespît dikin û çîtikê diavêjin ku ka wê dora lêxistina pêşî a kî/kê be. Dor li kî/ê bikeve ew radihêje dar û pilê û ji bo lêxistinê diçe lingê xwe datîne ser xêzikê, li gorî qeîdê dema dar li pilê bixe divê lingê wî ji xêzikê derbas nebe. Piştî li pilê dixwe darê xwe bi razandî li ser xêzikê datîne.

Yên din jî diçin besta ku piştî lêxistinê pil wê werê. Mebesta wan heyta ku karibin pilê li hewa zevt bikin,heger ev nebû rahêjin pilê ji ciyê ku hatiyê û bavêjin ba xêzikê. Pilê çiqas nêzî xêzikin ewqas ewantaja wan he ye. Lewra lêxistvan wê zehmetî bikşîne ku pilê vê carê bi dar ji xêzikê dûr bixe. Heger pil ji aliyê zevtkaran li hewa were zevtkirin yan jî pil bi avêtina destan li darê ser xêzikê were xistin leystok dor diguherîne.

Piştî pil hate cem xêzikê vê carê lêxistvan radihêje darê xwe ku li pila erdê xe, wê bi hewa xe û li hewa jî lêxe û bi vî haweyî wê ji xêzikê dûr bixe.Sê mafên lêxistvan he ye ku li pila erdê xe. Piştî Sê mafan lêxistvan diçe ba xêzikê û ji wir heyta ba pilê bi gavan dipîve. Her gavê bi ser navê qalekê ji xwe re dihesibîne. Bi vî haweyî leyistok berdewam dike. Di dawiyê de qalên kî/ê pir bin ew qezenckirî dihê pejirandin.