Deştan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Gundê Deştan:

Deştan niha ji çend gundan pêk têt û Deştanî niha ne li gundekê bitenê dijîn، belku li gundên serzêrê، helwe ya îslam û helweya nisaran، tirwaniş û bîgdawdê û gelek gundên din yên devera berwarî bala، li bajarên duhok û zaxo û bajarokê qedişê û derdorên amêdiyê، li devera mizîrya û doskya herweha li bajêrê hewlêrê li başûrê kurdistanê û li bakûrê kurdistanê jî jiblî gundê deştan ku wargehê serekeye، deştanî li culemêrg li wanê li îstanbolê li mêrsînê li gelek bajaên din yên bakûrê kurdistanê û turkya akincî ne. tevî ku gelek deştanî li welatên europî jî miîna elmaniya û berîtaniya wlatên din yên europî djîn. niha amarek fermî ya deştanyan liber dest nîne، lê bêguman nêzîkî pêncî hizar yan bêtir tên texmîn kirin.

Rolê deştan û deştanya di nav şoreşên kurdî da ij serhildana bîrêt reş heta serhildana 1991ê û şerê da'şê ji şehîd pihemed(muhemmed)deştanî heta şehîd hizrî deştanî

Bê guman deştan ji alyê cugrafî ve cihek ciyupolîtîk û stratîjî ye û weku dergeh û derwazeyeke stratîjî çi ji alyê siyasî û çi leşkrî ve her ji kevn rolê xwe hebûye، li ser demê mîrgehan weku pira pêkve girêdana mîrgehên badînan û hekarî û badînan û tiyaryan û pştî danana sînûran jî weku deryê pêkvegrêdana bakûr û başûrê kurdistanê û heta niha ku bûye deriyekê fermiyê hatn û çonê di navbera herêma kurdistanê û turkya da deştan ew pira pêkvegrêdanê bûye. deştan û deştanî di hemî buyerên dîrokî û girngên deverêda rolekê girng û karîger û erênî gêraye, lê tinê dê amaje keyne pênc qunaxên dîrokî yên bizava rizgarîxwaza kurdistanê û rolê deştan û deştanya di wan da، ew jî (serhildana bîrêt reş bi serkêşîya pihemed deştanî)، (şoreşa eîlolê bi serkêşîya barzaniyê nemir)، ( şoreşa gulana pêşkeftnxwaz)، (serhildana 1991)ê، û (şerê dijî rêkxstna tîrorîstî ya da'ş).

  • di (serhildana bîrêt reş) da ku serhildana cutyar û terşdar û hejar û belngazên kurdên wê deverê bi serkêşiya xurtekê deştanî binavê (pihemed deştanî ـ muhemmed deştanî anku lawkê deştanî) li dijî zordariya derebeg û axa û pismîrên wî serdemî bi taybetî pismîrên çelê yên wî serdemî bû ku zorab begê bi harîkarya desthelata usmanîya dagîrker، gelê deverê diçewsand û xurtî û zordarî dikir û malên hejaran talan dikir û destê xwe didana ser gund û zevî û milkê wan، heta kîveçerên wan dagîr dikirin. di serhildana bîrêt reş da lawkê deştanî serhilda û bi xwyna xwe berevanî ji hejar û cutyarên deverê kir û ew dever ji dagîrkirina zorab begê parast û bû yekem şehîdê serkirdeyê deştanî di dîroka bizava rizgarîxwaza kurdistanê da li dijî dagîr ker û kirêgirtyên wan li deverê.
  • di (şoreşa eîlolê) da bi serkêşîya babê rohiyê neteweya kurd (mistefa barzanyê) nemr، deştanyên bakûr û başûrê kurdistanê rolekê karîger û erênî û fîdakarene hebû، her li despêka şoreşê bi sedan deştanyên gundên deştan، serzêrê، helwa jêrî û helwa jûrî û tirwanşê û bîgdawda û yên nav mizîrya û deverên din tevlî şoreşê bûn û bûne pêşmerge û dihemî salên ku şoreş berdewam bû، bi can fîdayî xebat dikir û çendîn serqul û berprs jî dinav şoreşê da hebûn ku naxwazîn navê çi pêşmerge û berpirsekî bînîn çinku di tomarên şoreşa eîlolê da hatîne tomar kirin û eger pêdvî biket bi nav dê hemî ew pêşmegên deştanî yên bakûr û başûrê kurdistanê belav keyn، giringî û rolê deştan bo şoreşa eîlolê wê gavê xoya di bît ku bizanîn deştan bo dergehek bo xelkê deverê bo dabîn kirina erzaqî û kel û pelên dî ku jiber şerî nedgeheştine deverê û deştan bibû ew dergeh bo dabîn kirnia hemî pêdivyatyên xelkî û deştanyan bi hemî şiyanên xwe rê xoş dikir û harîkarya vê proseyê dikir. deştanyên bakûr û başûrê kurdistanê bi sedan pêşmergeyên qareman û xuragir beşdarî di şoreşa eîlolê da kir qurbanî dan û careka din ev rastiye selmand ku deştanî xetîra her şoreş û serhildanekê ne û herdem di xizmeta kurd û kurdistanê da û rêzên şoreşê dane.
  • piştî niskoya sala 1975 ê bi dehan malbatên deştanî yên başûrê kurdistanê jiber ku di şoreşa eîlolê da beşdaryeka berfirhe hebû û pêşmerge bûn û vegeryana rijêma be'sa faşîst bo deverê da bîte metirsî li ser giyan û malên wan neçar bûn şevane malên xwe bi cî bihêln û awareyê hilbjêrn û qesta welatê îranê biken û li wêrê bibne penaber. lê li penaberyê jî deştanî dihemî çalakyên hizbî û meydanî da beşdar bûn û her di rêzên qiyade miweqet da careka dî bûne pêşmerge û ji pêşmergên herî despêkî bûn û cihê şanaziyê ye ku pştî niskoya 1975ê û li serdemê qiyada miweqet êkem çalakya çekdarî deştanya û pêşmegên deştanî li ser pira bilbilê encamda û agirê şoreşê helkireve û bi dehan serbazên rijêmê virêkirine duzexê. pştî qiyada miweqet jî pêşmergeyên deştanî tevlî şoreşa gulana pêşkeftinxwaz bûn، çi ewên li îranê penaber û çi yên başûrê kurdistanê û yên bakûrê kurdistanê bi hemaseka zorve çûne rêzên şoreşê û bi sedan pêşmerge û serqul dinava şoreşê da hebûn û gelek şehîd û birîndar pêşkêşî bizava rizgarîxwaza kurdistanê kirin.
  • her li demê despêkirina sehildana 1991ê deştanyên başûr û bakûrî kurdistanê ji wan hêzên despêkê bûn ku êrîşî damudezgehên rijêma be'sa faşît kirîn li nava senterê duhokê û hemî deverên din yên parêzgeha duhokê bi taybetî devera berwarî bala. wekî hemî xelkê kurdistanê deştanyên başûrê kurdistanê û yên bakûr jî beşdaryeka kara û giring di sehildana 1991ê da kir û bi sedan pêşmergeyên deştanî têda beşdar bûn. didemê koça milyonî da jî deştan û deştanî bûne senterê vehewandina hemî parêzgeha duhokê dinava malên xwe da li deştan û bi hizaran kes hewandin û harîkariya awareyan kir، herçende hijmara zora xelkê aware di koça milyonî da û hewandina wan hemî kesan ne di şiyana deştan wekî gundekê biçuk da bû، lê serbarî vê yekê bi hizaran malbat ji sermayê parastin û hewandin û bûne malbatek bo hemî xelkê parêzgeha duhok û weku malên xwe û dinav malên xweda hewandin، her çende gazinde jî li dor şêwazê hewandina wî xelkî li deştan hebûye û asayî ye çinku bi rastî hewandna wê hijmara mezna xelkî di şiyanên gundekî da nîne، lê deştan careka dî weku landika şoreş û şoreşgêran bi erkê xweyê xzmetkirinê rabû û ewa di şiyanda bû bo awareyên koça milyonî kir.
  • şerê rêkxirawa tîrorîstên da'şê، di şerê tîrorîstên da'şê da jî deştanyên her dû alyên bakûr û başûrî kurdistanê bi sedan pêşmergeyan ve beşdarî wî şerê bûn û şehîd û brîndar dan û mîna herdem bûne yek ji kuçkên sereke û di rêzên wezareta pêşmerge û zêrevanyê û hemî hêzên ewlehiyên dinda berhingarî da'şê bûn û yek ji leheng û qaremanên din yên mîna ( muhemmed deştanî) ku (hizrî deştanî) bû divî şerê çarenvîsî da şehîd bû û geheşte karwanê şehîdan û bi vî şehîdî karwanê şehîdên deştanî di bizava rizgarî xwaza kurdistanê da ji şehîdê serkirde (pihemed deştanî) heta qaremanê şehîd (hizrî deştanî) bi nemirî dê mînît û dê her û her di hizir û dîroka gelê kurdistanê da mînin û weku stêrên geş ku ronahiyê didene rêya xebatê û bi xwyna xwe dara azadiyê av da.