Debanmertal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Debanmertala eskrîmê
Bikaranîna wê di şûrbaziyê de

Debanmertal, cureyeke şûrê ye ku ev şûr demekê di destên zadeganan de bû. Pirranî wekî aksesûar dihate girêdan. Niha di şûrbazîyê (eskrîm) de tê bikaranîn lê forma berê hatiye guhertin. Ango debanmertala di eskrîmê de tê bikaranîn, bo eskrîmê ji nû ve hatiye sazkirin.

Niha ketiye destê werzîşkaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji sê beşên şûrbaziyê ye, jê re bi fransî: épée dibêjin. Demekê dirêj di palasên key û mîran de bi debanmertalê lîstikên şûrbaziyê dihatin kirin. Di çerxa demê de ev lîstik bûn beşekê ji werzîşê û jê re şûrbazî, şûrî yan şûrhingêvî dibêjin.

Di Épéeyê de divê şûrbaz serî û lingên xwe jî ji êrîşan biparêze. Dirêjiya debanmertala eskrîmê 110 cm, giraniya wê jî 770 gr e. Mertala debanê ya mil û destan diparêze ji yên din mezintir e.