Dehkevirk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dehkevirk yek ji leyîstikên zarokên Kurd e.

Kêmtirî bi 2 kesan tê leyîstin. Her çendî navê lêyîstikê "Dehkevirk"e jî, bi gelek keviran tê leyîstin. Hejmarek kevir tê avêtin û bi ser paşiya dest ve tê xistin, kevirên ku bi ser paşiya dest de man ji wan re "Apik" tê gotin û ew dê di leyîstikê de hîç nekevin xwarê. Bêî xitina apikan bi heman cureyê avêtinê kevirên li erdê tên berhevkirin. Kê yan kîjan komê bêî çewtiyan kevirên xwe xilaskirin dibe/in serdest. En din tê şandin bo kevirên nû û heya ew werin bêî rawestan "kûdo, kûdo" tê qîrîn. Ango leyîstikvanê jîrek, bi dijberê/ên xwe qerfên (henekên) xwe dike û diqeherîne.