Demhat Dêrikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Demhat Dêrikî rojnamenivîsekî kurd e ku di sala 1973'an de li gundekî rojavayê Kurdistanê bi navê Girbalat ku ser bajarokê Dêrika Hemko ye ji dayik bûye. Demhat heta dibistana amadahî xwendiye. Berî nuka bi navê Demhat Hezexî di rojname Azadiya Welat, Kovara Peyv, Nûbûn, Zaxo û Hêzil de gotarên siyasi, nivisên wêjeyî (çîrok û helbest) nivisiye. Niviskar li herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Duhok û Zaxo maye piştî ku jiber rejîma Baas li sala 2004ê jiber egera serhildana Qamişlo direve. Her wisa li Duhokê endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, endamê Yekîtiya Nivîskarê Kurd Tayê Duhok e. Di nava desteka nivîserên Kovara Zaxo de cî girtiye û di dengê Radyoya Zaxo û televîzyona Zagrosê de kar kiriye û nuke li welatê Almaniya dimîne. Berhemên wî yên çapkirî weku pirtûk ev in, şev jî diaxive ku helbestin ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhok ve hatiye çap kirin, Hest diaxivin ji aliyê Wezereta Rewşenbîrî û Lawan ve hatiye çap kiri, Esmera Bakur ji aliyê çapxana Ronahî ve li Amedê hatiye çap kirin, her weha Keçika Agirî ku hemû çîrok in ji aliyê çapxana Aram ve li Bakurê Kurdistanê bi nave Demhat Hezexî hatiye çap kirin.