Deqaq
Deqaq, ûtî, tivaker, kewîker alava kinc, berg pê tê tivakirin, kewîkirin, ûtîkirin, deqaqkirin e. Ji bo deqaqkirina tekstîlê, germî û hilm tê bikaranîn ku di qeqaqên nûjen de herdu fonksiyon jî hene.
Deqaq ku binê wê ji metala sorkirî ye, li ser tekstîlan tê gerandin, qumaş tê tivandin, kewandin, ûtîkirin. Deqaqkirin ne tenê ji bo estetîk û dirûvdanê ye, bi vê rêbazê herwiha qurçim û şopên li ser qumaşê jî tên rastkirin. Ango ne tenê ji bo başxuyandina kincan e.
Deqaqên nûhen curbecur in, gelek fonksiyonên wan hene, bi taybetî yên di kargehan de tên bikaranîn.
Dîroka deqaqê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di serdema 15. de derketiye holê. Ji qutiyeke metalî bû, hundirê wê ji koz û pîzota agir dihate dagirtin. Agir metal germ û sor dikir. Li hin deveran jî metaleke panî (pehn) di nava agir de dihate sorkirin û ew li ser qumaşan digerandin.
Piştre yên bi gazê, bi elektrîkê tên bikaranîn jî derketin. Yekemîn deqaqa elektrîkî sala 1880'yê de hatiye bikaranîn.
-
Sobaya dirwarek û deqaq
-
Ji pîzota darê, devanga wê, qulên hewagirtinê
-
Pelikên sorkirî, ev jî gelek hatiye bikaranîn
-
Di forma zimanê de
-
Deqaqa elektrîkî ya kevn
-
Ên nûjen bi termostatê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Marianne Strobel: Alte Bügelgeräte, eine Kulturgeschichte des Bügelns. 2., überarbeitete und stark erweiterte Auflage. Strobel, München 1987, ISBN 3-9800848-1-7. (almanî)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Antike Bügeleisen - Virtual Museum of Textile Arts (îngilîzî)
- Bügeleisen-Sammlung von Eckhardt Jahn (almanî)
- Bügeleisen-Sammlung von Jürgen Kaufmanns (almanî)
- Dîroka deqaqê Girêdana arşîvê 2011-09-13 li ser Wayback Machine (îngilîzî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |