Derûnnasiya perwerdeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Derûnnasiya perwerdeyê an jî derûnnasiya pedagogîk, zanîstiya pedagogî û derûnnasiyê bi hev re di mezinkirin û perwerdekirina zarok û ciwanan de bikartîne. Wekî tê zanîn di jiyana mirov de zarokatî pirr girîng e. Gorî hin zanîstan salên 0-6 bingeha hemî kesayetiyê ye û mirov çi bigire êdî hew diguhere di jiyanê de.

Gihîştin û mezinbûna mirov de hin radeyên girîng hene. Wekî radeya oral, radeya anal, radeya genîtal, adolesan, ciwanî, gihîştî û kalbûn. Her radeyek xwedî taybetiyek e. Di her radeyê de pêwîstî û pirsgirêkên mirov cûda ne. Derûnnasê pedagogîk lêkolînan dike û herwekî li tedawiyan jî digere. Di dema nûjen de li dibistanan, girtîgehên ciwanan, klînîkên zarokan hwd derûnnasên pedagogîk kar dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]