Derzî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Çend cureyên derziyê

Derzî di gelek wateyan de tê bikaranîn lê pirranî ji bo amraza dirûtinê dibêjin derzî.

Ferhengoka derziyê[biguherîne]

  • Derziya dirûtinê, bi destan an di makîneyan de
  • Derzîk, derziya di serê nîkê de
  • Derzîdank, cihê derzî tê de ye
  • Derziya patromeyê, perpûnkirin, derzîkirin dijî nexweşiyan
  • Derziya dermanê (enjektor, şiringe
  • Derzîker, kesê derziyan dike
  • Derzîdar, riwek an heybera bi derzî
  • Derzîkirin, enjeksiyon
  • Derzîlo, derziya serî bi gogik, derziya kaxezan
  • Derzîlog, nikulê leglegê û navê malbateke kulîlkan
  • Derzîlok, sardûnya (geranium), tolgîn
  • Derzîlokirin, bi derziya sergogik nimûneya xwînê girtin
  • Derzînik, gezgezik, gezgezok
  • Derzîşivan, kulîlkek (geranium robertianum)
  • Derziya lihêfan, pê lihêfan didirûn
  • Derziya gir, ne şûjin e, ji wê biçûktir e
  • Derzîxane, dirûngeh, kargehên derzîvanan
  • Derzîvan, derzî, kesên dirûnê dikin

Hin ji cureyên derziyan[biguherîne]