Destana Zapê (stran)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Destana Zapê straneke Koma Awazê Çiya ye ku li ser şerê Zapê hatiye çêkirin.

  • Gotin:
  • Muzîk:

Gotin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şahiya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e

Quntarê Çiyayê Metînan bamernê bûye mertal li seranserê Kurdistan raperiyan deng û ar Îro dîsa li Zagrosan kurd bûn çeper û hêlîn bi rengê dewrana Îskender romî jî lê terpilîn

Li Çiyayê Reş bûye bager birûsk û ewran reş vedan pêlên Ava Zê rabûn li zordaran bû çirav Neviyên Enwer Paşa tewişîn siwar hatin peya çûn ji ber gurzê gêrilayan tar û mar û wêran bûn

Tew tew tew tew tew tew

Bihar hat û Zap xemilî neh gulên sor lê geş bûn bêhna gulan newroz geş kir cejn û şadî lê xweş kir Ji tîrêjên Apoyê Kurd lê dinyayê bûne deng ji Kawa heyanî Mazlûm Kurdê azad e pêşeng

Şahiya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e Destaneya Geliyê Zapê jîngarî û felat e wek Efsaneya Kawa ye rûmeta rojhilat e