Destgere

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di serdema navîn de cureyên destgereyan

Destgere, ereboka destan, taxurk ji bo barên berdestî yên wekî karên baxçeyan, barên avadaniyê ûêd. tê bikaranîn. Bi hezaran salan in destgere hene. Destgere navê destgereya nûjen a îro tê bikaranîn û herwiha navê giştî ye.

Destgereyên nûjen pirranî bi yek çerxe yan pêçkeyê ne, bi destik in. Pêçke yan çerxe li pêşî, destik li paşî ne. Barên ku mirov diêşînin (bo mînak heya 150 kg) bi wan tên barkirin.

Destgereyên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Destgere, berê ji textan çêdikirin, dişibiyan ên nûjen û navê giştî
  • Teşkere, ji bêjeyên teşt û gerînê. Cihê bar dişibiya teştê. Wekî darbestê yan darê miriyan lê cihê bar teştkî bû.
  • Kejave (?)
  • Nizang (?)
  • Taxurk, destgereyên li ser berfêm, tawûg (taxurk û tawûg heman e, nehatine standardkirin, bi texmînî koka bêjeyê tar e, lewra tawûg tarkî ne)
  • Paşgere, destgereyên tên kişandin
  • Girgirk, xirxirk