Deutz AG

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Traktorek ji Deutz F1L 612 (1953–1958).

Deutz AG, navê fîrmayeke alman e ku hilberîna motor û amyaran dike. Sala 1864'ê ji aliyê Nikolaus Otto ve bi navê N. A. Otto & Cie. bingeha wê hatiye avêtin.

Navê fîrmayê di dema şerê cîhanê yê II. de wekî Klöckner Humbolt Deutz AG hatiye guhertin. Navenda wê li bajarê Kölnê ye. Deutz bi taybetî motorên ku bi av û hewayê tên sarkirin hildiberîne.