Lîsteya dewletên cîhanê
(Ji Dewlet hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Li cîhanê de 193 dewletên serbixwe hene. Ji van 192 endamên rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) ne. Herweha Vatîkan jî dewleteke lê ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye.
Di vê lîsteyê de çend herêmên otonom jî hene yên ku bi eşkereyî daxwaza serbixwebûnê dikin û di dawiya lîsteyê de jî van dewletên ku serbixwebûna xwe diyar kiriye lê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve nehatin pejirandin an jî di riya serbixwebûnê de ne bi nivîsa xwarik (îtalîk) tên nivîsandin.
A[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Afrîkaya Başûr; kesekî başûr-afrîkayî.
Komara Afrîkaya Navend (Afrîkaya Navend); kesekî ji Afrîkaya Navend.
Albanya; kesekî alban, zimanê albanî an arnewidî (albaniya gegî û albaniya toskî).
Almanya (Elmanya); kesekî alman, zimanê almanî.
Andorra; kesekî andorrayî, zimanê ketelanî.
Angola; kesekî angolayî.
Antîgua û Berbûda; kesekî antîguayî.
Arjentîn; kesekî arjentînî.
Awistralya (Australya, Ostralya); kesekî awistralî, australî an ostralî.
Awistriya (Austriya, Ostriya, Nemsa); kesekî awistrî (austrî) an awistriyayî (austriyayî).
Azerbaycan; kesekî azerî, zimanê azerî.
B[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bahama (Giravên Bahamayê); kesekî bahamayî.
Bangladeş; kesekî bangladeşî, zimanê bengalî.
Barbados; kesekî barbadî.
Behreyn; kesekî behreynî.
Belarûs; kesekî belarûs, zimanê belarûsî.
Belçîka (Belcîka); kesekî belgî an belçîkayî (Flander: kesekî flemen, zimanê flemenî (holandî); Walonya: kesekî walonî, zimanê walonî (fransî)).
Belîze; kesekî belîzî.
Bênîn; kesekî bênînî.
Bolîvya; kesekî bolîvyayî, zimanê aymara, zimanê qîçwa.
Bosniya û Herzegovîna; kesekî bosnî.
Botswana; kesekî botswanayî, zimanê tswana.
Brazîl (Berazîl); kesekî brazîlî an berazîlî.
Brûney; kesekî brûneyî.
Bulgaristan; kesekî bulgar, zimanê bulgarî.
Burkîna Faso; kesekî burkînafasoyî.
Bûrûndî; kesekî bûrûndiyî, zimanê rûndî an kîrûndî.
Bûtan (Bhutan); kesekî bûtanî.
C[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Cezayir; kesekî cezayirî, zimanê tamazight.
Cîbûtî; kesekî cîbûtiyî.
Ç[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çad; kesekî çadî.
Komara Çekî (Çekya); kesekî çek, zimanê çekî.
Çîn (Komara Gel a Çînê); kesekî çînî, zimanê çînî.
D[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Danîmarka (Danîmark); kesekî danîmarkî an danîmarkayî, zimanê danîmarkî an danîmarkayî (Grînlenda: kesekî grînlendî yan eskîmoyê grînlendî, zimanî grînlendî an înuitî; Giravên Feroeyê: kesekî feroeyî, zimanê feroeyî).
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA); kesekî amerîkî an amerîkayî an jî amerîkan.
Komara Domînîk; kesekî domînîkî.
Domînîka; kesekî domînîkayî.
E[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Efxanistan; kesekî efxan an efxanî.
Ekuador; kesekî ekuadorî.
El Salvador; kesekî elsalvadorî.
Erebistana Siyûdî; kesekî siyûdî.
Erîtrea; kesekî erîtreayî, zimanê tîgrînî (zimanê tîgrînya).
Ermenistan; kesekî ermen an ermenî, zimanê ermenî.
Estonya (Estland); kesekî estonî an estonyayî, zimanê estonî.
Etiyopya; kesekî etiyopî, zimanê amharî.
F[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Fîjî; kesekî fîjiyî, zimanê fîjiyî.
Filîpîn (Giravên Filîpînê); kesekî filîpînî.
Fînlenda; kesekî fînlendî (hem xelkê fînîaxêv û hem jî swêdîaxêv) an fînî; zimanê fînî.
Fransa; kesekî fransayî an fransî an jî fransawî, zimanê fransî an fransawî (Bretanya: kesekî breton, zimanê bretonî; Bakurê Katalonya: kesekî katalan, zimanê katalanî; Bakurê Welatê Baskî: kesekî bask, zimanê baskî; Elsas: kesekî elsasî, zimanê elsasî (almanî); Korsîka: kesekî korsî an korsîkî, zimanê korsî an korsîkî; Oksîtanya: kesekî oksîtan, zimanê oksîtanî).
G[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gabon; kesekî gabonî.
Gambiya; kesekî gambiyayî.
Gana; kesekî ganayî.
Gînê; kesekî gînêyî.
Gînêya Rojbendî (Gînêya Ekuatoriyal); kesekî ji Gînêya Rojbendî.
Gînê-Bissau; kesekî gînêbîsawî.
Grenada; kesekî grenadayî.
Gurcistan; kesekî gurcistanî, zimanê gurcî.
Guyana; kesekî guyanî.
Guatemala; kesekî guatemalayî an jî guatemalî.
H[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Haîtî; kesekî haîtiyî, zimanê kreoliya haîtiyî.
Hindistan; kesekî hindî.
Holenda (Nederlenda); kesekî holendî an nederlendî; zimanê holendî an nederlendî (Frîzlenda: kesekî frîzî, zimanê frîzî).
Hondûras; kesekî hondûrasî an hondûrayî.
Î[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Îndonezya; kesekî îndonezî.
Îran; kesekî îranî, zimanê farisî.
Îraq; kesekî îraqî.
Kurdistan; kesekî kurd, zimanê kurdî.
Îrlenda; kesekî îrlendî, zimanê îrlendî.
Îslenda; kesekî îslendî, zimanê îslendî.
Îsrael; kesekî îsraêlî, zimanê îbranî an îbrî.
Îtalya; kesekî îtalî an îtalyan, zimanê îtalî.
J[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Jamaîka; kesekî jamaîkayî.
Japon; kesekî japonî, zimanê japonî.
K[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Kamboçya (Kamboca); kesekî kamboçyayî an kambocayî, zimanê kamboçî an kambocî an jî zimanê khmer.
Kamerûn; kesekî kamerûnî.
Kanada; kesekî kanadî an kanadayî.
Quebek, kesekî quebekî, zimanê quebekî (fransî).
Kap Verde; kesekî kapverdeyî.
Kenya; kesekî kenyayî.
Keyaniya Yekbûyî, Keyaniya Yekbûyî (KY); kesekî brîtanî.
Îngilistan: kesekî îngilîz, zimanê îngilîzî.
Bakurê Îrlendayê: kesekî bakur-îrlendî.
Skotlenda: kesekî skotlendî: zimanê skotiya gaelî.
Wales: kesekî walesî, zimanê walesî an kimrî). Brîtaniya Mezin (BM): grav.
Kîpros (Qibris); kesekî kîprî an qibrisî.
Kirîbatî; kesekî kirîbatiyî, zimanê gîlbertîno.
Kolombiya; kesekî kolombiyayê.
Komara Kongoyê; kesekî kongoyî, zimanê kongoyî.
Komor; kesekî komorî, zimanê komorî.
Kongoya Demokratîk (Komara demokratîk a Kongoyê); kesekî ji Kongoya Demokratîk.
Koreya Bakur; kesekî bakur-koreyî, zimanê koreyî.
Koreya Başûr; kesekî başûr-koreyî, zimanê korêyî.
Kosta Rîka; kesekî kostarîkayî.
Kroatya; kesekî kroatî, zimanê kroatî.
Kuweyt; kesekî kuweytî.
Kûba; kesekî kûbayî.
L[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Laos; kesekî laotî, zimanê laoyî.
Lesoto; kesekî lesotoyî, zimanê sesoto.
Letonya; kesekî leton, zimanê letonî.
Libnan; kesekî libnanî.
Lîberya; kesekî lîberyayî.
Lîbya; kesekî lîbî an lîbyayî.
Liechtenstein; kesekî ji Liechtensteinê.
Lîtvanya; kesekî lîtvanî, zimanê lîtvanî.
Lûksembûrg; kesekî lûksembûrgî, zimanê lûksembûrgî.
M[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Macaristan (Hûngarya); keseki macar an macaristanî an jî hûngarî, zimanê macarî an hûngarî.
Madagaskar; kesekî madagaskarî an malagaş.
Makedonya; kesekî makedonî, zimanê makedonî.
Malawî; kesekî malawiyî, zimanê chichewa.
Malayziya; kesekî malayzî, zimanê malayî.
Maldîv; kesekî maldîvî.
Malî; kesekî maliyî.
Malta; kesekî maltayî, zimanê maltayî.
Maroko (Mexrib); kesekî marokî an mexribî.
Giravên Marşal; kesekî ji giravên Marşalê.
Maurîtius (Morîs); kesekî maurîtî an morîsî.
Meksîk; kesekî meksîkî an meksîkan.
Misir (Egîpt); kesekî misrî an egîptî.
Dewletên Federal ên Mîkronezyayê; kesekî mîkronezî.
Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY); kesekî ji Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî.
Moldova; kesekî moldovî an moldovayî.
Monako; kesekî monakoyî an monêgaskî, zimanê monêgaskî.
Mongolya (Mongolistan); kesekî mongol, zimanê mongolî.
Montenegro; kesekî montenegroyî, zimanê serbiya montenegroyî.
Morîtanya; kesekî morîtanyayî.
Mozambîk; kesekî mozambîkî.
Myanmar; kesekî myanmarî, zimanê burmayî.
N[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Namîbya; kesekî namîbyayî.
Nauru; kesekî nauruyî, zimanê nauruyî.
Nepal; keseki nepalî, zimanê nepalî.
Nîkaragua; kesekî nîkaraguayî.
Nîjer; kesekî nîjerî.
Nîjerya; kesekî nîjeryayî.
Norwêc; kesekî norwêc, zimanê norwêcî (norwêciya "bokmål" ango norwêciya edebî û norwêciya "nynorsk" ango norwêciya nû), (Samîlenda: kesekî samî, zimanê samî an laponî).
Nû Zelenda (Zelendaya Nû, Zêlenda Teze); kesekî nûzêlendî.
O[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Oman; kesekî omanî.
P[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Pakistan; kesekî pakistanî.
Palau; kesekî palawî.
Panama; kesekî panamayî.
Papua Gîneya Nû (Papua Nûgîne); kesekî ji Papua Gîneya Nû an kesekî papuanûgîneyî.
Paraguay; kesekî paraguayî.
Peravê Diranfîl; kesekî ji Peravê Diranfilê an kotdiwarî.
Perû; kesekî perûyî.
Polonya; kesekî polonî, polonî.
Portûgal; kesekî portûgalî, zimanê portûgalî.
Q[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Qazaxistan; kesekî qazax an qazaxistanî, zimanê qazaxî.
Qeter; kesekî qeterî.
Qirgizistan; kesekî qirgiz an qirgizistanî, zimanê qirgizî.
R[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Rwanda; kesekî rwandî an rwandayî.
Romanya; kesekî romanyayî, zimanê romanyayî.
Rûsya; kesekî rûs, zimanê rûsî.
S[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Saint Kitts û Nevîs (St. Kitts û Nevis); kesekî ji Saint Kitts û Nevîsê.
Saint Lucia (St. Lucia); kesekî saintluciayî.
Saint Vincent û Granada (Saint Vincent û Granada); kesekî ji Vînsent û Grenadînê.
Samoa; kesekî samoayî, zimanê samoayî.
San Marîno; kesekî sanmarînoyî.
Sao Tome û Prînsîpe; kesekî ji Sao Tome û Prînsîpeyê.
Senegal; kesekî senegalî.
Serbistan; kesekî serb; zimanê serbî.
Seyşel (Seychelles); kesekî seyşelî, zimanê kreoliya seyşelî.
Sierra Leone; kesekî sierraleoneyî.
Sîngapûr; kesekî sîngapûrî.
Slovakya; kesekî slovak, zimanê slovakî.
Slovenya; kesekî sloven, zimanê slovenî.
Giravên Salomon (Giravên Solomon); kesekî ji giravên Solomonê.
Somalya; kesekî somalî, zimanê somalî.
Spanya (Ketelonya, Galîsya, welatê Baskî an Baskistan, Aragon, Endulus, Estremadura); kesekî spanî an spanyol, zimanê spanî (kesekî ketelan, zimanê ketelanî; kesekî galîsyayî, zimanê galîsyayî; kesekî bask, zimanê baskî; kesekî aragonî, zimanê aragonî; kesekî endulusî; kesekî estremenyî an estremadurayî).
Katalonya; kesekî ketelan, zimanê ketelanî (herêma otonom a Spanyayê ye).
Welatê Baskî (Euskal Herria); kesekî bask, zimanê baskî (herêma otonom a Spanyayê ye).
Srî Lanka; kesekî srilankayî.
Sûdan; kesekî sûdanî.
Sûdana Başûr; kesekî başûr-sûdanî
Sûrî; kesekî sûrî.
Sûrînam; kesekî sûrînamî.
Swazîlenda; kesekî swazîlendî, zimanê swazî an swatî.
Swêd; kesekî swêdî, zimanê swêdî.
Swîsre; kesekî swîsreyî.
Ş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Şîle; kesekî şîleyî.
T[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Tacîkistan; kesekî tacîk, zimanê tacîkî.
Tanzanya; kesekî tanzanî an tanzanyayî.
Taylenda; kesekî taylendî; zimanê tayî an taylendî.
Tirkiye (bi behdînî: Turkiya); kesekî tirk, zimanê tirkî (kesekî kurd, zimanê kurdî; kesekî ermen, zimanê ermenî; kesekî laz, zimanê lazî, kesekî aramî, zimanê aramî).
Tîmora rojhilat; kesekî rojhilat-tîmorî.
Togo; kesekî togoyî.
Tonga; kesekî tongayî, zimanê tongayî.
Trînîdad û Tobago; kesekî ji Trînîdad û Tobagoyê.
Tirkmenistan; kesekî tirkman an tirkmenistanî, zimanê tirkmanî
Tûnis; kesekî tûnisî.
Tûvalû; kesekî tûvalûyî, zimanê tûvalûyî.
U[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Urdun (Erden); kesekî urdunî an erdenî.
Û[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ûganda; kesekî ûgandayî.
Ûkrayna; kesekî ûkraynî an ûkraynayî, zimanê ûkraynî.
Ûrûguay; kesekî ûrûguayî.
Ûzbekistan; kesekî ûzbek an ûzbekistanî, zimanê ûzbekî.
V[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Vanûatû; kesekî vanûatûyî, zimanê bislama.
Vatîkan; kesekî vatîkanî.
Venezuela; kesekê venezuelayî.
Viyetnam; kesekî viyetnamî; zimanê viyetnamî.
W[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Y[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Yemen; kesekî yemenî.
Yewnanistan (Grekiya); kesekî yewnan an grek, zimanê yewnanî an grekî.
Z[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Dewlet û welatên din[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Abxazya; kesekî abxazî, zimanê abxazî.
Giravên Cook; keseki ji giravên Cook.
Dewleta Filistînê (Herêma Otonom ya Felestînê ?); kesekî felestî.
Komara Demokratîka Erebiya Sahara; kesekî sehrawî.
Komara Tirk a Bakurê Kîprosê (KTK); kesekî bakur-kîprî an bakur-qibrisî.
Kosovo, kesekî kosovoyî an kosovî (serbixwe ye lê ne endama Neteweyên Yekbûyî ye).
Niue; kesekî niueyî.
Nagorno Qerebax (Qerebaxa Jorîn); kesekî qerebaxî.
Osetyaya Başûr; kesekî başûr-osetî.
Somalîlenda; kesekî somalîlendî.
Taywan; kesekî taywanî.
Transnîstriya; kesekî transnîstriyayî.
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- André Cherpillod (1991). Dictionnaire étymologique des noms géographiques. Masson, Parîs.
- Zana Farqînî (2000). Türkçe-Kürtçe sözlük. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
- Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
- Zana Farqînî (2009). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
- D. Îzolî (1992). Ferheng kurdî-tirkî /Türkçe-Kürtçe. Deng, Stenbol.