Dewleta Malbatê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di nava neteweyê kurd de, toreyek ji sal û zemanan ve heye ku her malbatek dixwaze bizanibe ka Dewleta Malbatê di serê kê de ye. Hawayê bikaranîna ji bo pêzanîna Dewleta Malbatê ka di serê kê de ye weha tê kirin:

Dema şîva malbatê tiştên wek kutilk, aprax, şamborek, şemşemotk û tiştên wisa be, dema kebaniya malê dest bi çêkirinê dike, tiştekî mîna bişkov, gustîl yan jî tiştekî wisa dixe nava yekê. Piştî ku şîv hate pijandin û sifreya xwarinê sererast bû, dev bi xwarinê kirin, ew tiştê ku kebaniyê di dema çêkirina şîvê de ku xistiye navê, îcar di devê kê ji kesên malbatê de derkeve, ew malbat bawer dike ku dewleta malbatê di serê yê ku ew tişt di dev de derketiye de ye. Piştî wê hingê her kes bi çavekî umîdwarî li wî kesî dinihêre û jê serwertiya malê tê payîn. Ew kes eger zarûkek be, tev bi wî zarûkî ve dilipikin, ji piçûktî ve wî hazir dikin û derfet û mercên erênî jê re amade dikin, da ew di pêşerojê de bibe serwerê malbata xwe.