Dopîng

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bikaranîna dermanên performans-zêdeker yên qedexekirî di sportê de wek dopîng têne zanîn,bi taybetî ji layê rêxistinên pêşbirkên sportê birêvedibin.Bikaranîna dermanên performans-zêdeker ji layê rêxistinên navnetewî ne-etîk tê dîtin,wek Rêxistina Olîmpîk ya Navnetewî

Hinek cureyên dopîngan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Benzedrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Benzedrîn navê amfetamînê ye yê di bazirganiyê de tê bikaranîn.Konseya Ewropa dibêje ku ev derman cara yekemîn li Olîmpiyatên Berlîn sala 1936ê xuya bûye.Amfetamîn li sala 1887ê hate çêkirin û jêçêkera wê Benzedrîn Li Dewletên Yekbuyî li sala 1934 ji layê Gordon Alles haye îzolekirin.Leşkerên Brîtanî di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de 72 mîlyon tabletên amfetamînê bikaranîn.Her wisa amfetamîn wek antîdepresan jî tê bikaranîn.

Everton FC di lîga İngilîzîstanê de tîmeke futbolê ye ku demsala 1962-1963ê bû şampiyon.Li gor lêpirsînên rojnameyên navnetewî ev şampîyonbûn bi alikariya Benzedrînê bû.Demek din tîma futbolê ev angaşt pejirand.

Steroîdên anabolîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev made li sala 1930ê cara yekemîn hate çêkirin û niha wek tedawîker di bijîşkiyê de ji bo hişyarkirina mezinkirina hestîyan,hişyarkirina dilveker,îştahê û ji bo tedawiyên qelsbûnê wek kanser û AIDSê tê bikaranîn.Her wisa steroîd3en anabolîk ji bo hêzdana maskûleya û hêza fîzîkî jî tên bikaranîn.Jixwe ji ber vê tesîrê di sportê de tê bikaranîn.Tesîrên rexnak yên têne zanin ev in: Asta kolesterolê diguhere,akne,fişara xwûnê ya bilind,tesîrên xeter ji bo cegerê reş.

Îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niha, tetrahîdrogestrînon û modafînîl di dinyaya sportê de,di nav lîstikvanê Dewletên Yekbûyî de bikaranîna van madeyan berbelav e.Hinek lîstikvan diparêzin ku ev madeyên han divê neyên qedexe kirin.Her wisa Rêxistina Dij-dopîng ya Dinyayê ev madeyên han wek têkildarên dermanên qedexekirî dihundirîne nav lîsteya xwe de.Li sala 2004ê jî Modafînîl wek madeyên qedexekirî hate zêdekirin di lîsteyê de berî olîmpiyatên 2004ê.