Dutar
Dutar , ji sazên nav mal û colegan e (ji sazên çiyayî û zozanî nîne) û bi destên bexşîyan tê lêxistin. Dutar li nav Kurdên Xorasanê du cûr kok dibin: yêk li bira çarim ya din jî li bira yan nisbeta pêncim e. Bi dîtina cenabê Alî Xolamrezayî (honermendê Almecoqî) bi koka çarim ra koka Newayî û bi koka pêncim ra koka Kurdî dibêjin û hengên Farisî ya bakûra xorasanê jî bi koka pêncim îcra dibin. Cenabî Mihemed Yêgane (Dutarvanê Hostakar) li vê bawera ye ku, kokên dutarê yêk Kurdî ye û a din jî Tirkî ye. Bi kokên Kurdî hengên Kurdî mîna: Ela mezar (ela / la / lo mezar), durne (quling), Lo, Ceferqolî, û … îcra dibin, bi kokên Tirkî jî hengên mîna; Giraylî, Tecnîs, û … tên îcra kirin. Li meclîsên şadî û dawetan li destpêka şevê sa çêkirina lîstik û heyecanê ji Zirnê û Dihol û Qoşmê îstifade dibe, û li axira şevê (dû / dawîya şevê) jî Bexşî li hundirê malê Dutarê lêdixin û kilaman
Dutarên zemana berê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dutarên zemana berê (qedîm) li bakûra xorasanê ji sazên îro qiçiktir bûne. Kasik û rûpel a dutarê pirtir ji dara Tûtê (dartû) û destê dutarê jî pirtir ji dara zerdalû (qeysî)yê çê dibin. Li zemana berê li şûna sîm ji hevrîşim (ebrîşim / herîr) îstifade dikirine. Li bakûra xorasanê qîyas û modilên Dutarê ti standardek bêlû tune. Dutarên îro, yazdeh û carina jî duazdeh perdên xwe hene. Perdên dutarê li navbeyna nîv-perdê pir deqîq û serast nayên girêdan û navberên qiçiktir ji nîv-perdê li perdebendîya dutarê tune ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dutar (Hunermend: Bano Monewer Morewic , Kurdên xorasanê
- Dutar (Hunermend: Elî-Reza Şîrwanî , Kurdên xorasanê
- کتاب دیارو دوتار اسماعیل حسین پور
- malpera delal
- Kelîmolah Tewehodî pirtûka herket tarîxî Kurd be Xorasan bi zimanê farsî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |