Eşîq el-Mutercim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eşîq el-Mutercim ('Ashiq al-Mutarjim) yekemîn romana bi zimanê erebî ya Jan Dost e.

Wî berî vê romanê çar romanên kurdî nivîsîne; Mijabad, 3Gav û 3darek, Mîrname û Martînê Bextewer. Ev roman jî wek her çar romanên buhurî dîrokî ye. Di sala 1708an de, komek gencên fille ku di nav wan de gencekî misilman jî heye, bi rêya gemiyê ji Iskenderûnê berê xwe didin Romayê da ku fêrî zimanên latînî û îtalî bibin û dawî vegerin û mîna wergêran bixebitin. Di romanê de kareketerê bingehîn ku yek ji wan kesan e, piştî nêzîka heftê salan bîranînên xwe, ji ber ku tiliyên wî nema dikarin bi xameyê bigrin, bi rêya xizmetkarê xwe dinivîsîne. Roman 208 rûpel e û mijara wê ya sereke tolerans, hevpejirandin û nakokiyên olan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]