Eşref Anyik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eşref Anyık hat beralîkirin)
Eşref Anyik

Eşref Anyik (1960-1982) yek ji çar endamên PKK'ê bû ku di Çalakiya Çaran şehîd ketine.

Di sala 1960an de weke zarokê malbateke xîzan li gundekî Wêranşarê jidayikbû. Ji ber xîzaniyê incex dibistana sereratayî karî bixwîne. Hê di temenên biçûkbûna xwe de ji bo debara malbatê ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê karên emeletî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eşref Aynık, bi bandora pêşkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi bandora têkoşîna Hîlwanê di nava refên PKKê de cîh girt. Di nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal cîh girt û êdî hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoşîna Hîlwanê de dema ku di nava şerekî li dijî hêzên leşkerî yên dewletê de bû, hate zeftkirin. Li hemberî hemu kirinên xiyanetê ku yek ji generalên Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li Zîndana Amedê şeva 18'ê gulanê di de cîhê xwe girt.