Here naverokê

Ebdûl Heqîm Heqanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdûl Heqîm Heqanî
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Maywand District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîEfxanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Minister of Justice (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ebdûl Heqîm Heqanî (bi peşto: عبد الحكيم حقاني) an jî wekî Ebdûl Heqîm Îsheqzai[1][2] (bi peşto: عبد الحكيم اسحاقزى)[3] tê zanin, alim û nivîskarek îslamî yê efxanî ye ku ji sala 2021an vir ve serokê dadweriya mîrîtiya Efxanistanê ye wekî di desthildariya Talîbanê ya ku ji hêla navneteweyî ve nayê nas kirin e.[4] Ew yek ji endamên damezrîner ên Talîbanê ye û hevkarê nêzîk yê rêberê nemir mele Mihemed Omer bû.[5]

Jiyana pêşîn, xwendin û siyaset

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heqanî di sala 1967an li navçeya Pençwayî ya parêzgeha Kandahar, li Efxanistanê jidayik bû. Wî li Pakistanê di medreseyê Derûl Ûlom Heqaniya xwend û qedand.[5]

Ji xeynî mamostetiya li Derûl Ûlom Heqaniya heta vê dawiyê wî semînar an medreseya xwe ya Îslamî jî li herêma Îshaqabad a bajarê Kettayê, li parêzgeha Belûçistanê a Pakistanê bi rêvebir kir. Di dema desthilatdariya mîrîtiya îslamî ya yekem di Efxanistanê de, ji bilî mamostetiyê li medreseyên Dadgeha Îstînafê û li Dar ul-Ifta Navendî jî kar kiriye. Piştî ku Heybetula Axundzade wek Serokê Giştî hat destnîşankirin, Heqanî wek Serokê Dadgehê hat tayînkirin.[6]

Karên dîplomatîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ebdûl Heqîm Heqanî bi wezîrên dervê yên dewletên yekbûyî ve. (2021)

Di Îlona 2020an de, ew wek serokê danûstandinên Talîbanê ji bo danûstandinên aştiyê li Qeterê bi hikûmeta Efxanistanê re hat tayînkirin, li şûna Şêr Mihemed Abbas Stanîkzai, ku bû cîgirê wî di komê danûstandinan a 21-endam de.[7]

Heqîm Heqanî ku pisporê fiqha îslamî ye, nemaze pergala dadmendiyê ya wê, pirtûkên li ser mijarên cuda nivîsandine ku bi gelek zimanan hatine wergerandin.[8]

  1. ^ "Story of Ishaqzai and his companions". www.afghan-bios.info. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  2. ^ "Taliban's government includes designated terrorists, ex-Guantanamo detainees | FDD's Long War Journal". www.longwarjournal.org. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  3. ^ "Major reshuffle in Taliban leadership ahead of intra-Afghan dialogue". Zee News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  4. ^ Ahmadzai, Asif (28 çiriya pêşîn 2021). "مولوي عبدالحکيم د سترې محکمې د رئیس او مولوي فريدالدين د علومو اکاډمي د رئيس په توګه ټاکل شوي – Pajhwok Afghan News" (bi peştûyî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  5. ^ a b Bezhan, Frud. "Why Did The Taliban Appoint A Hard-Line Chief Negotiator For Intra-Afghan Talks?". RadioFreeEurope/RadioLiberty (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  6. ^ "Brief Introduction of Members of the Negotiating Team of the Islamic Emirate of Afghanistan – Islamic Emirate of Afghanistan". web.archive.org. 18 tebax 2021. Ji orîjînalê di 18 tebax 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  7. ^ "Taliban picks team for talks with Afghan government". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.
  8. ^ Siddiqui, Hassaan (15 çiriya pêşîn 2021). "Abdul Hakim Haqqani appointed Afghanistan's chief justice". The Express Tribune (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.