Ebdulkerîm el-Cundî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ebdilkerîm El-Cundî (Erebî: عبد الكريم الجندي‎) (1932 – 2 Adar 1969) efserekî Sûrî û yek ji endamên damezirîner yên lijneya leşkerî ya Partiya Baesê bû ku sala 1963 derbe kir û bi navê [[şoreşa 8ê adarê]] dest danî ser hukimî. Demekê di wezareta Çandinî û reformên çandinê de bû wezîr û herwiha di nivîsgeha ewlehiyê de jî xebitî.

Karûbar[biguherîne]

Jiyana zarotiyê[biguherîne]

El-Cundî li malbateke cotkar li gundekî Îsmaîlî bi navê Selemiyeyê ji dayik bû, gundê wî girêdayî parêzgeha Hemayê ye. Li Akademiya Leşkerî ya Humsê perwerdehiya leşkerî kir .[1]

Partiya Baesê[biguherîne]

El-Cundî, wek gelek endamên malbata xwe, hîn gava biçûk bû tev li Partiya Baesê bû.[1] Sala 1960î bû sedvan di artêşa Komara Erebî ya Yekgirtî (KEY) û dûre bû yek ji damezirînerên Lijneya Leşkerî ya nepenî ya Partiya Baesê.[note 1] Di destpêkê de, armanca lijneya leşkerî ew bû ku ji nû ve partiya baesê ava bike ku piştî Komara Ereb ya Yekgirtî (KEY) bi serokatiya Cemal Ebdilnasir hatibû ragihandin û herwiha bi fermana wî hemû partiyên siyasî li Sûriyeyê hatibûn fesixkirin ku Baes jî di nav wan de bû û herwiha armanc jî ew ku serokatiyeke nû ji partiyê re deynin..[2] Dûre derbeya cudaxwaz ya sala 1961ê hat ku dawî li KEYê anî û ev jî bû sedem ku lijneya leşkerî planên xwe bike ta ku derbeyê li ser hikûmeta cudaxwaz  pêk bîne.[3]

8ê adarê, sala 1983an, lijneya leşkerî derbeyeke serkeftî li dijî hikûmeta Nazim El-Qudsî pêk anî û wisa Baes anî desthilatdariya Sûriyeyê. Piştî derbeyê El-Cundî bû endamê Encûmena niştîmanî ya serokatiya şoreşê û herwiha bû fermandarê herêmê yê Partiya Baesê.[4] Di navbera salên 1963 û 1964an de, li Quteyifê bû fermandarê hêzên moşekan.[5]

Wezareta çandinî û reformên çandiniyê[biguherîne]

Di navbera 4ê Cotmeha 1964an û 21ê Berfanbara 1965an, El-Cundî di kabîneya du hikûmetan bû wezîrê Wezareta çandinî û reformên çandiniyê û ew jî hikûmetên Emîn Eli-Hafiz û Yûsif Ziwayîn bûn.[6] 

Nivîsgeha Ewlekariya Neteweyî[biguherîne]

Piştî derbeya leşkerî ya sala 1966an Selah Cidîd dibe zilamê herî xurt yê Sûriyeyê. Dest pê kir ku ajansên sîcuriyê ji nû ve organîze bike û giş xistin bin fermandariya Nivîsgeha ewlekariya neteweyî .[7] Cidîd El-Cundî, hevalbendê xwe, kir serokê nivîsgehê ewlekariya neteweyî, ku bû beşê herî tirsnak yê Sûriyeyê.[8] Piştî rêveberiya El-Cundî, nav û dengê vê nivîsgehê bi zulm, kujerî û zordariyê derket ku hemû reqîb û dijber ji holê radikirin,[9] ku êşkence, girtinên bêserûber û pirkirina sîxuran gelekî zêde bûbû.[10]

Mirin[biguherîne]

Di destpêka sala 1989an de, tevlhevî û rikeberî di navbera wezîrê berevaniyê Hafiz Esed û Cidîd de him zêde bû û him jî şêweyeke tundûtûj girt. Wek encam, hêz û bandora El-cundî zûka kêm bû. Îca 1969an di 2yê adarê de, piştî ku wî û serokê îstixbarata leşkerî Elî Zaza yê ku pitgiriya Esedî dikir, şer kir, xwe kuşt. Sedema wî şerî jî ku serokê Îstixbaratê ajokarê wî yê şexsî  girtibû. [11]

Referans[biguherîne]

Nîşe[biguherîne]

Jêgirtin[biguherîne]

  1. a b Batatu, 1999, p. 153.
  2. Seale, 1990, p. 63.
  3. Seale, 1990, p. 80.
  4. Moubayed, 2006, p. 61.
  5. Batatu, 1999, p. 147.
  6. Rabinovich, 1972, p. 221.
  7. Kahana; Suwaed, 2009, p. 294.
  8. Paul, 1990, p. 48.
  9. Paul, 1990, p. 38.
  10. Seale, 1990, p. 150.
  11. Seale, 1990, p. 151.

Bîbilyografî[biguherîne]