Ekrem Dumanlı
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2024) |
Ekrem Dumanlı | |
---|---|
Jidayikbûn | 10 adar 1964 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ekrem Dumanlı (jdb. 10ê adar 1964an, Yozgad, Tirkiye) rêvebirê rojnameveyê tirk ku ji sala 2001an vir ve rojnemavanê rojnemeya Zaman ê ye.[1]
Dumanli beşa ziman û wêjeya tirkî ya Zanîngeha Stembolê qedandiye û demekê profesoriya wêjeyê kiriye. Li Zanîngeha Fatîhê ya Stembolê jî wezîfeya profesoriyê kiriye.[2]
Di sala 1993an de di Maseya Çand û Hunerê ya Zamanê de dest bi karê nûçegihaniyê kiriye. Paşê wek edîtorê Maseya Çand û Hunerê û koordînatorê weşanê hatiye wezîfedarkirin. Di sala 1997an de Dumanlı ji bo xwendina xwe ya di warê medyayê de zêdetir bike çû Amerîkayê û li Koleja Boston Emerson mastera xwe qedandiye. Dumanli di sala 2001ê de vegeriya Tirkiyê û bû sernivîserê rojnameya Zaman ê.
Binçavkirina 2014an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Polîsên tirk di 14ê Kanûna 2014an de zêdetirî 20 rojnamevan û rêveberên payebilind ên medyayê bi sûcdariya “avakirin, pêşengî û endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” girtin. Di nav kesên ku niha hatine binçavkirin de Dumanlı jî heye ku weşana giştî ya rojnameya Zamanê dikir. Kesên hatin girtin kesên bi tevgera Gülen re têkildar in. Hikûmeta Tirkiyeyê tevgerê bi ketina nav polîs û dadweriyê tawanbar dike. Polîsên ku saet di 07.30an de hatin ber buroya rojnameyê ji aliyê gelek kesên bi qîrîna dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin pêşwazîkirin. Polîs piştî nîvro dema ku Dumanlı bi dilxwazî berê xwe da polîsan paşve vekişiyan.
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku bal kişand ser serdegirtinên li dijî saziyên çapemeniyê yên "bi eşkereyî rexne li hikûmeta niha ya Tirkiyeyê dikin", hişyarî da Tirkiyeyê ku "bingehên xwe yên demokratîk" binpê neke.[3] Berpirsa Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Komîserê Berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn gotin ku ev girtin "li dijî nirxên Ewropayê ye" û "bi azadiya medyayê re ku prensîba bingehîn a demokrasiyê ye nagunce."[4]
Di 19ê Kanûna 2014an de dadgehê biryar da ku Dumanlı û 7 kesên din ji ber nebûna delîlan bên berdan. Bi hezaran kes li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stembolê kom bûn û piştgirî dan rojnameger û polîsên girtî. Girseya gel li hewşa edliyeyê azadiya Dumanli pîroz kir, biryara girtinê ya Gerînendeyê Giştî yê Samanyolu TV Hidayet Karaca û midûrê berê yê polîsan Tufan Erguder, Ertan Erçikti û Mustafa Kiliçaslan protesto kirin.[5]
Ekrem Dumanlı ji bo The Washington Postê li ser pêvajoya girtinê û astengiyên li ser azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê nivîsî û got, "Rojnameya min Zaman û ez tenê qurbaniyên herî dawîn ên nêçîra sêrbazên Erdoğan in" û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan ji bo wî sûcdar kir.[6]
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Medya
- Haber Kılavuzu - Gazetecinin El Kitabı / Rêbera nûçeyê - Namilkeya rojnamevan
- Son Duruşma - Daniştina dawî
- 28 Şubat Gölgesinde Amerika - Bin siya 28ê sibatê de Amerîka
- Üç Mesele: İktidar Medya Ergenekon - Sê pirsgirêk: Desthilat medya Ergenekon
- Kronik Gündemlere Pratik Çözümler - Çareseriyên hêsanîbar bo rojevên kronîk
- Anlık Hikâyeler - Çîrokên kêliyê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Contact - Zaman". zaman.com. Ji orîjînalê di 7 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin.
- ^ Helen Rose Fuchs Ebaugh (1 kanûna pêşîn 2009). The Gülen Movement: A Sociological Analysis of a Civic Movement Rooted in Moderate Islam. Springer Science & Business Media. ISBN 978-1-4020-9894-9.
- ^ "In Turkey, police arrest journalists and executives". CNN. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2014.
- ^ "Turkey media arrests: Mogherini leads EU criticism". BBC. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2014.
- ^ "Court rules for release of Zaman chief editor, Samanyolu manager arrested". Today's Zaman. Ji orîjînalê di 19 kanûna pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2014.
- ^ "Turkey's Zaman editor Ekrem Dumanli writes for Washington Post". salihsarikaya.com/en/. Ji orîjînalê di 2 kanûna paşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2015.