Ekspresyonîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ekspresyonîzm, manîfestasyonîzm, ekspozîsyonîzm, derbirînerî bizav û arasteyeke hunerî-wêjeyî ye ku li destpêka çerxa bîstê sala 1905 zayînî li Almanya peyda bûye. Ev rêbaze, rehendeke xudgerayî û derûnî bi ezmûngeriya nîvîser û [hunermendan] dide٫ berovajî Empresyonîzmê ku derbirrînê ji layenê derveyî mirov diket. Koşkayê Nemsayî dibêjît: "pêdivî ye hemî yasayan ji bîr bikeyn .... bi tinê giyanê me rengvedana rasteqîneya jiyanê dike" . Derbirrînxwazî berî her tiştekî,derbirîneke ji nestên hunerî, xo eger bihayê wan nestan kirêtkirina siruştî û berçavkirina zêderewiyê di ketwarî da be, ta ku digehîte astê tiranepêkirinê. Derbirînxwazî bo du arasteyan hate dabeşkirin: 1. arasteya pratîkî ku alîgirên wê , girîngiya edebî bi çalakkirin û wijdana mirovî dibîne û ya 2. arasteya neeqlanî ku alîgirên wê dibêjin: " me'qûl ew e ewa xelk li ser rêkevtî,lê li ser şanoyê pêdivî ye çareya wan dozan yên xelk hêj li ser rê nekevtî, bihête kirin"

lê karîgeriya rasteqîneya Derbirînxwaziyê di şanogeriyên (Rêk bo Dîmeşqê 1898, Xewn 1902, Sonata Hepareyî 1907) yên Ogist Strendbirg ê Siwêdî diyar dibît.

Derbirînxwazî wekû şorişekê bû dijî Naturalîzm û Empresyonîzmê ku wan her du rêbazan zêdetir derbirîn ji ketwarî[rastiya heyî û berçav,emrê waqi' ?] dikir. Naturalîzmê bi hûrbînane derbirrîn ji ketwarê civakî[waqi'ê îctima'î ?] dikir û Empresyonîzmê jî derbirrîn ji ketwarê takekesî û hewacisên derûniyê wî/wê dikirin lewra Derbirrînxwaziyê,edeb bi wênekirineka dubarkirî bo ketwarî red kir, ji ber ku xelkî her dem viyana resenatiyê nek ya wênekirî dixwazît.

Henrî Matîs li deqeke belavkirî ya li Parîsê sala 1908 da dibêjît: ez neşêm siruştê kopî bikem, ji ber ku neçar im wan lêkbidim û bêxime jêr karîgeriya ruha tabloyî, bi vî rengî huner bû amrazek ji bo DERBIRÎNÊ neku kopîkirina ketwarî.

Wênekirina cîhanê di rewşeke bêserûber da, asankarî di şêwazê pêşkêşkirinê da, xudgerayî [xogerrayî], kirêtkirina şêweyan ji rewşa wê ya siruştî, bercestekirina gewherên tiştan bêyî xuyakirina aliyên serveyî ; ji taybetmendiyên wê rêbazê ne.

[jêder: Dadayîzm di hozana nûxwaza kurdî da; dawînameya masterê ya Erşed Hîto,zanîngeha Duhokê sala 2012. Zêdeker: Ûsibê Bêmal înstagram: @usibe_bemal ]

Piştî herba cîhanê ya yekem, li dijî empresyonîzmê derketiye holê û di sînemaya Elman de hatiye sepandin. Ev bizav di cîhanê de ji tiştên ku derdora me girtine bêtêkildar e. Hest û dinyaya di hundirê mirovan de bi hêleke veşartî û tazî, rasterast vedibêje. Ji ber ku rastî li gorî hemû kesî cuda ye, tişta girîng ew e ku hunermend takekesiya xwe û rastiyan li gorî xwe bîne ser zimên. Nivîskarên ve bizavê di berhemên xwe de bûyerên erjeng û fantastîk bikaranîne. Armanca wan ew e ku halê giyana mirovan derbixîne holê. Rêbazeke li ser derxistina hêlên di nava mirovan de yên veşartî pêk anîne.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

O’Neil, Franz Kafka, Thomas Stearns Eliot, James Joyce