Elçin Sangu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elçin Sangu
Navê rastî
Elçin Sangu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn13ê tebaxa 1985an (38 salî)
EsilÇerkez
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PerwerdeZanîngeha Mêrsînê
PîşeLîstikvan, model
Salên çalak2011–niha
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Elçin Sangu, (jdb. 13ê tebaxa 1985an li Îzmîrê) lîstikvan û modeleke tirk e ku bi eslê xwe çerkez e. Elçin Sangu di reklam û kampanyayên televizyonan de bû yek ji navdarên herî zêdeyê ku li Tirkiyê dihat xwestin. Beriya ku dest bi lîstikvaniyê bike li Zanîngeha Mêrsînê beşa operayê xwendiye.

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sangu piştî ku xwendina xwe ya zanîngehê li Beşa Opera ya Zanîngeha Mêrsînê qedand, li Şanoya Sahne Tozu perwerdeya lîstikvaniyê werdigire û di rêzefîlman de dest bi lîstikvaniyê kiriye.[1]

Cara ewil di sala 2011an de di rêzefîlma Öyle Bir Geçer Zaman ki de bi karakterê Jale hatiye naskirin. Ji sala 2013an heta 2014an, wê wek Eda di adaptasyona tirkî ya rêzefîlma televizyona Koreya Başûr Her Sevda Bir Veda û di Bir Aşk Hikâyesi de lîstiye.[2] Di sala 2014an de, wê Güzide di rêzefîlma dramaya dîrokî ya Kurt Seyit ve Şura de, ku li Rûsya, Tirkiye û Ûkraynayê hatî kişandin, rol girtiye.

Di sala 2015an de piştî rêzefîlma ATVyê Sevdam Alabora, wê bi Barış Arduç re di rêzefîlma Kiralik Aşk de wek karaktera Defne lîst. Rêzefîlmê 69 beşan weşana xwe domand û performansa Sangu hate ecibandin.[3] Di sala 2017an de, hat ragihandin ku Sangu tê payîn ku beşdarî rêzefîlmek nû ya ku li televîzyona Kanal Dyê tê weşandin. Di tebaxa heman salê de hat ragihandin ku Sangu dê bi Bariş Arduç re di fîlmê "Mutluluk Zamanı" (berê Yanimda Kal ve Gitme Sen!) de cih bigire.[4][5]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Fîlm Rol
2017 Mutluluk Zamanı Ada
2020 9 Kere Leyla Nergis

Rêzefîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Rêzefîlm Rol
2011 Öyle Bir Geçer Zaman ki Jale
2012-13 Aşk Kaç Beden Giyer? Nehir
2012 Sen de Gitme Burcu
2013-14 Bir Aşk Hikâyesi Eda
2014 Kurt Seyit ve Şura Güzide
2015 Sevdam Alabora Zeynep
2015-17 Kiralık Aşk Defne Topal
2018 Yaşamayanlar Mia
2018-19 Çarpışma Zeynep Tunç
2020 İyi Günde Kötü Günde Leyla
2021 Yalancılar ve Mumları Ceyda

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mynet. "Kiralık Aşk'ın Defne'sinden şaşırtan itiraf". Mynet Magazin (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2022.
  2. ^ "Çavkanî". web.archive.org. 27 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 îlon 2015. Roja gihiştinê 27 tebax 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Kiralık Aşk final bölümü, Son bölümde ağlatan sahne - Gündem". web.archive.org. 21 kanûna paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 kanûna paşîn 2017. Roja gihiştinê 27 tebax 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Başrollerini Elçin Sangu ve Barış Arduç'un paylaştığı Mutluluk Zamanı'nın ilk fragmanı yayınlandı - Haberler - Box Office Türkiye". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 27 tebax 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Barış Arduç ve Elçin Sangu ikilisi dönüyor (Yanımda Kal) - 2 | NTV". web.archive.org. 4 îlon 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 îlon 2017. Roja gihiştinê 27 tebax 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)