Elî Hesen Ebdulmecîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elî Hesen Ebdelmecîd di dadgehê de (2004)

Elî Hesen Ebdelmecîd et-Tikrîtî (bi erebî: علي حسن عبد المجيد التكريتي‎, ʿAlī Ḥasan ʿAbd al-Majīd al-Tikrītī) (jdb. 1941 - 2010) general û peşervanekî îraqî bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elî Hesen Ebdelmecîd et-Tikrîtî Ew pismamê Sedam bû û yek ji xwînvexwarên Komkujiya Helebceyê bû û wek Eliyê Kîmyawî tê naskirin. Ew di tebaxê 2003an de ji hêla artêşa Amerîka ve hat desteserkirin.

Wî di navbera 1987an û 1989an de li Kurdistana başûr kargerî kir bû. Di dema wî de ya 16ê adarê 1988an de, Komkujiya Helebceyê hatibûye kirin, ku bi çekên kîmyawî nêzîkî 5 hezar kurdan li Heleb ceyê jiyana xwe ji dest dan.

Ew dîsa yek ji berpirsiyarên qir kirina Şîyanê, ya serîhildana li Besra. ji pê Şerê Kendavê yê duyem re bû.

Ew di navbera salên 1991an û 1995an de li kardariyê wezareta karûbarên hundur û wezerata parêzvaniyê kardikir. Lê ew bi sedemeke li hev nehatinê ya bi Uday Huseyn-ê lawê Sedam re ji kardariyê hatiye ezlkirin.

Di rojê 21ê hezîranê dadgehek biryar sêdaredana Elî Hesen Ebdelmecîd de.[1][2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Eliyê Kîmyawî yê Îraqê êkê were darxistin ji Rachel Martin, NPR
  2. ^ Eliyê Kîmyawî êkê were darxistin ji ber ku kuştina Kurdan ji Associated Press. 21ê hezîranê 2007