El Tyempo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

El Tyempo (איל טיימפו, Dem), rojnameyeke mûsewî bû ku ji 1871ê heya 27ê adara 1930î li dewleta Osmanî û di salên pêşîn ên komara Tirkî de derket. Rojname ji aliyê Isak H. Karmona ve hate avakirin û pişt re ji hêla David Fresko ve hefteyê sê caran hate weşankirin. Zimanê rojnameyê spaniya kevnar a "judeospanyol" bû.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nesim Benbanaste (1988). Örneklerle Türk Musevi basınının tarihçesi. Stembol.