Elektron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Elektron yek ji keriyên hîmanî ji kerî yên atomê ye û barekê karevayî yê nerînî heye. Elektron leptoneka zivir-½ e ko pardariya karlêkkirinên karevayî-asinrevayî dikit. Baristeyê elektron ji yek liser hizara biçûktirîn atomê jî kêmtir e. Li goreyê lihevhatinê, barê wê yê karevayî nerînî dihêt hesibandin û bi pîvana yekînên atomî −1 e. Elektron û navoka atomê bihevra atomê pêkdiînin û karlêkkirina wan digel navokên atomên hevsî sedema bestinên kîmayî ye.

Dîrok[biguherîne]

Navê elektronê ji peyva Yewnanî bi ramana karevayê hatîye (bi Inglîzî amber û bi Yewnanî ήλεκτρον). Vî keristeyî, anko karevayê, dewrekê giring di vedîtina diyaroka karevayê da lîstîye. Yewnaniyên kevnar dizanî ko eger parçeyekê hiriyê di karevayê bihisûn barekê karevayî peyda dibit ko dikarit çiruskan bikit.

Hizira hebûna elektronê, wekî yekîna barê karevayî di karevakîmyayê da, li sala 1874ê ji aliyê G. Johnston Stoney ve peyda bû û her wî jî navê elektron wekî zaravek li sala 1894ê êxist ser zimanan. Hizira hindê ko elektron keriyekê atomê ye li sala 1897ê bo J. J. Thomsonî hat ko li Ezmûngeha Kavendîşê li Zanîngeha Kambrîcê li ser lûleya tîrêja katod kar dikir.