Emil von Behring
Emil von Behring | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 15 adar 1854 ![]() |
Mirin | 31 adar 1917 ![]() Marburg ![]() |
Sedema mirinê | Kulbûna pişikê ![]() |
Cihê goristanê | Behring-Mausoleum ![]() |
Hevwelatî | Împeratoriya Almanî (1871–), Keyaniya Prûsyayê (1854–) ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn |
|
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Emil Adolf von Behring (jdb. 15'ê adarê 1854 li Hansdorf, (Parêzgeha Rosenberg i. Westpr. an parêzgeha Rosenberg) a li rojavayê herêma Prûsyayê dikeve, wekî Emil Adolf Behring; (m. 31'ê adarê 1917 li Marburg) bakteriyologekî navdar ê alman bû. Yekemîn xelatwergirê Xelata Nobel a bijîşkiyê ye ku sala 1901'ê hate dayîn.
Xelat danê, lewra di dema xwe de gelek xebat li ser nexweşiyên têger (buwar, bisaw) ên zarokan, herwiha li ser dîfterîyê kiribû. Wekî "felatkerê zarokan" jî dihate binavkirin.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Emil Adolf Behring (paşê Emil von Behring) kurê mamosteyekî dibistana seretayî bû. Bi alîkariya dewlet û dostekî malbatê perwerdeya xwe bicih tîne. 2'ê kewçêra 1874 xwe qeydê Akademiya keyaniyê ya bo bijîşkiya leşkeriyê (Kaiser-Wilhelm-Akademie für das militärärztliche Bildungswesen) a li Berlînê ye. 1878 li zanîngeha li Berlînê Universität Berlin angaştnameya şopandinên nû yên li ser neurotomia opticociliaris payeya doktoriyê werdigire û wekî doktorê yekîneyên leşkerî li parêzgeha Posen dest bi kar dike.
Sala 1890 bi tevî Shibasaburo Kitasato yê japonî, dest bi lêkolînên berfireh ên li ser dîfterî, berevaniya laş an sîstema parastînê, berevaniya sîstema parastinê ya bo tetanosê ûêd dike. Bi hev re li ser ajalan gelek ceribandinan dikin.
Dema şerê cîhanî yê I. destpê dike, terapiya eskeran dike, bi taybetî yên bi dîzanterî, tetanos, şewatên ji bombeyên gazî, kolerayê nexweş ketine. Di 63 saliya xwe de li Marburgê jiyana xwe jidest dide.

Taybetiya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Carekê bi depresyoneke giran dikeve û li cem psîkologê navdar Sigmund Freud terapî dibîne.
Ji bo bîranîna navê wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1954, bo 100. rojbûyînê, bo Paul Ehrlich und Emil von Behring heraus
- Klînîkek li ser navê wî, HELIOS Klinikum Emil von Behring, Berlin-Zehlendorf
- Leşgergeha Emil von Behring, Giebelstadt, parêzgeha Würzburg,
- Dibistana amadeyî ya Emil von Behring, Spardorf, parêzgeha Erlangen-Höchstadt
- Emil-von-Behring-Gymnasium (dibistana amadeyî), Großhansdorf, parêzgeha Stormarn
- Emil-von-Behring Schule (dibistan) (tenduristî, xwedîbûn, civakî), Geislingen/Steige
- Emil-von-Behring-Schule (dibistan) li Marburg
- Li dora 11 Emil-von-Behring-Straßen (kolan) li bajarên alman
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Emil Adolf von Behring, 1917
-
Bîrdarî
-
Nasnameya perpûnkirina dîfteriyê bi agahiyên ji Behring
-
Pûlên postayê, sala 1954, bo 100. rojbûyîna wî
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2011: Leben und Wirken Emil von Behrings - Jiyan û giringiya wî, Landgrafenschloss Marburg