Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî Dîwana helbestvan û nivîskarê kurd Zeynel Abidîn e, di sala 2009an da ji nav Weşanên Han derket.

Dîwan ji du beşan pêk tê. Navê beşa yekem "Jibo me nahêkê" û beşa dûyem jî bi navê dîwana bi xwe hatiye binavkirin "Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî". Ev beş hemî ji helbestekê pêk tê û her wiha helbesteke dûr û dirêj e. Bi aweyekî, mirov dikare bêje destaneke pêvajoya salên 1980-83 ya girtîgeha Amedê ye. Helbest ji 124 rûpelan pêk tê.

Dîwan bi tevayî û bi taybet jî beşa duyemîn ya bi navê "Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî" bi rastî wek çîrokeke destanî û vebêjeke dîrokî diherike û diçe. Û caran me bi xemginiyeke kûr dibe ber sûrên Amedê.

Nasnameya pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zeynel Abidîn (2009). Eniya me ti caran ji agir nexeyîdî. Weşanên Han,160 rûpel, Berlîn. ISBN 976-3-940997-12-8

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]