Dîrok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Dîrok an jî mêjû, vekolîna zanistî ya bûyer û rewşên siyasî, aborî û civakî yên demên borî ye. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in.

Peyva "dîrok"[biguherîne]

Du teorî li ser etîmolojiya peyva dîrok hene[çavkanî pêwîst e]. Li gor yekê ji wan peyva dîrok ji gotina "dûr" têt ku di hin zaravayên kurmancî de wek "dîr" yan "dwîr" têt gotin[çavkanî pêwîst e]. Teoriya din bawer e ku "dîrok" ji gotina "çîrok" hatiye[çavkanî pêwîst e].

Ji van herdu teoriyan, ya têkiliya "dîrok"ê û "çîrrok"ê disepîne ihtimaltir ji ber ku peyva "hîstorî" jî di gelek zimanan de hem têt wateya dîrokê û hem jî çîrrokê.

Mêjû bi taybetî bi soranî tê bikaranîn û ji peyva "mêj" e ku tê wateya demeke dûr berî niha[çavkanî pêwîst e].

Dîrok wek çeqek zanistê[biguherîne]

Mirov bi nerîna li pirtûkan, rojnameyan, nameyan, nîgaran û tiştên wek wan jê agadar bibe ka di dîrokê de çi qewimiye. Ev dîrok wek dîroka nivîskî têt nasîn.

Lê dîrok ne tenê bi berhemên nivîskî ve girêdayî ye. Di nav gelek gelan nivîsandin pir kêm hatiye bikaranîn, loma dîroka wan bi pirranî di çîrokbêjî û dengbêjiya wan da ye. wê demê dîrokê re dibêjin dîroka devkî.

Dîroknasên pêşîn[biguherîne]

Bi gelemperî Herodotusê yewnanî (484-425'ê berî zayînê) wek bavê dîroka nivîskî ya cîhanê tê nasîn[çavkanî pêwîst e].

Yekem kesê ku dîroka kurdan bi berfirehî nivîsiye Şerefxanê Bedlîsî ye.

Senifandina çeqên dîrokê[biguherîne]

Ji ber ku dîroka zanistek pirr berfire ye, pirraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşek dîrok radiwestin.

Dîrok dikare li ser van beşan bêt parvekirin[çavkanî pêwîst e]:

  • kronolojî (li gor serdeman yan demê)
  • cografî (li gor herêman)
  • welatî (li gor welatan yan dewletan)
  • neteweyî (li gor gelan yan miletan)
  • mijarî (li gor mijarekê anku babetekê)

Dîrok û pêşdîrok[biguherîne]

Pêşî dîrok tenê ji berhemên nivîskî û ji gotinên devkî dihat berhevkirin. Lê piştî pêşketinên zanistî, bi taybetî di warê arkeolojiyê de, dîroknas dikarin ji serdemên hê nivîsîn peyda nebûbû jî agahiyan wergirin. Ev yek bi taybetî bi vedîtina gor û nîgarên serdemên kevnare gengaz e.

Ji vê dema berî peydabûna nivîsînê re bi gelemperî navê pêşdîrok hatiye dan.

Dîroka Kurdistanê[biguherîne]

Li kategoriya "dîrok" jî binêre.