Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê ango Înstîtûta kurdî ya Brukselê rêxistineke civakî û çandî ye .

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê


Di çiriya pêşîn a sala 1978an de, bi navê Têkoşer - Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîka û paşê di gulana 1989an de, bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê ava bûye û ji aliyê wezareta çandê ya Belçîkayê ve, di nava çarçewa "perwerdekirina gelemperî ya daîmî" de, bi awayekî fermî hatiye pejirandin û alîkariya maddî distîne.

Armanc[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du armancên enstîtuyê hene: alîkirina kurdên ku li Belçîkayê dijîn, ji bo ku karibin di civaka belçîkî de ciyekî baş bistînin ("intégration"), bê ku nasnameya xwe ya çandî hunda bikin û agahdarkirina belçîkî, ewropî û kesên din li ser dîrok û çanda kurdî.

Ew ne girêdayî tu partiyeke siyasî ye.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]