Erdnîgariya herêmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lêkolînên vê beşa erdnigarîyê, li herêmeke sînorkirî ye. Lêkolînên erdnigariya gelemperî li ser tevaya dinyayê ye, lê lêkolînên erdnigariya herêmî tenê herêmekê dide ber xwe. Ev herêm dibe parzemînek, welatek, herêmeke welatekî, navçe an gundek be. Lêkolîn, dibe bi gelemperî be û dibe ku di hin babetên erdnigariyê de be jî. Wek mînak; erdnigariya fîzîkî ya Kurdîstanê, sirûşta Botan. Di van mînakan de tên dîtin ku him cih ne tevaya dinyayê ye û him jî babet ne hemû babetên erdnigariyê ne. Hilbijartina cih, babet û metodan li gor nivîskar, lêkolîner û welatan tên guherîn.