Eurovision

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eurovision, wekî Ewrovîsyon jî tê naskirin, navê saziya Yekbûyîna Rêxistinên Radyo û Televîzyonên Ewropayê (bi îngilîzî: European Broadcasting Union - EBU) ye. Di sala 1951an de li bajarê Cenevreyê ji bo danûstendinên bernameyên radyo û televîzyonê hatiye avakirin.

Berî weşanên Eurovisionê logoya Eurovisionê û beyta Eurovisionê (ya ku ji destpêka strana Te Deum ya Marc-Antoine Charpentier pêk tê) destpê dikin.

Di yekemîn weşana fermî ya Eurovisionê de Mîhrîcana Nergîzê ya Montreux di roja 6ê hezîrana 1954an de hatiye weşandin.

Li navenda EBU (European Broadcasting Union) ya li Cenevreyê bi rêya kanaleke taybet danûstendina nûçe û weşanan pêk tê. Bi vî rengî hemû kanalên endamê EBU malzemeyên xwe bi hev re parvedikin.

Weşanên nasyar ên Eurovisionê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Eurovision Dance Contest - ORF (Mîhrîcana Dans û Reqsan a Ewrovîsyonê), 2007-2008 (hatiye sekinandin)
  • Eurovision Song Contest (Mîhrîcana Stran û Kilaman a Ewrovîsyonê), ji 1956an pê ve
  • Weşanên navneteweyî yên werzişê/sporê