Fîgûran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fîgûran, ew kes e ku di fîlm, rêzefîlm an bernameyên televîzyonê de, di lîstikên şanoyê, bernameyê muzîkê û opera û baleyê de xuya dike, lêbelê qet napeyive an jî pir hindik dipeyive. Temaşevanên bernameyên televîzyonê, di fîlman de kesên amator ku li kûçe û kolanan in, an li cihê bûyerekê ne, hemû fîgûran in. Di fîlmên şer an lehengî de koma rêvebereriya fîlm gellek fîgûran bi kar tînin. Bi taybet jî di berhemên van demên dawî ku pir biha ne, bi hezaran fîgûran cih digrin.

Navê karê fîgûranan jî fîgûranî ye.