Famîleya dodan û darspiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dodan

Famîleya dodan û darspiyan, famîleya darên sabûnê (Sapindaceae) famîleyeke riwekan, ji desteya darsabûniyan Sapindalesê ye. Li Kurdistanê jî çend endamên vê malbatê digihên. Famîle navê xwe ji dara bi navê dodan (Sapindus mukorossi) û darspîyê (Acer) digire. Riwekên vê malbatê ji avhewaya tropîk hez dikin.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev famîle sala 1789'ê ji aliyê Antoine Laurent de Jussieu ve bi navê „Sapindi“ di Genera Plantarum, r. 246'ê de hatiye binavkirin. Navên din ên Sapindaceaeyê: Aceraceae Juss., Aesculaceae Burnett, Allophylaceae Martinov, Dodonaeaceae Kunth ex Small, Hippocastanaceae A.Rich., Koelreuteriaceae J.Agardh, Paulliniaceae Durande, nom. inval., Paviaceae Horan.' in. Navê latînî ji du peyvan hatiye avakirin, sapo ango sabûn û India ango Hindistan.

Famîle ji sê binekoman û cinsekê ku bi serê xwe ye pêk tê. 142 cins, bi qasî 1600 cureyên vê malbatê hene. Hin riweknas darspîyan (Aceraceae) wekî binekomeke belotê (kestane) dibînin û wisa di bin navê famîleya şambelotan (Hippocastanoideae) (tomar dikin.

  • Famîleya şambelotan (Hippocastanoideae) Burnett: Çar cins û bi qasî 130 cure.
  • Sapindoideae Burnett: Bi qasî 135 cins û 1185 cureyan:
  • Dodonaeoideae Burnett: Du cins, 65-70 cure:
  • Xanthoceroideae Thorne & Reveal: Tekane cins Gattung:
    • XanthocerasBunge: Tekane cure.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]