Famîleya zirnevanan
Xuyakirin
Famîleya zirnevanan, famîleya martimtêlan, famîleya duxaskaniyan (Aristolochiaceae) famîleyeke riwekan e. Di desteya Piperales de cih digire. Bi qasî heft celeb û 500 cureyên vê malbatê hene.
Sîstematîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev famîle sala 1789'ê ji aliyê Antoine Laurent de Jussieu ve di Genera Plantarum de bi navê „Aristolochiae“ hatiye binavkirin. Navên din ên vê malbatê, Pistolochiaceae J.B.Mull., Sarumaceae Nakai ne.
Du binekom û heft celebên wê:
- Binekoma Asaroideae Kostel: Sê celeb û zêdetirî 100 cure.
- Fîrfîrka şivan (Asarum L.): Bi qasî 100 cure.
- Hexastylis Raf.: Bi qasî 10 cure li Amerîkayê.
- Saruma: Tekane curet:
- Saruma henryi Oliv.
- Binekoma Aristolochioideae Kostel.: Çar celeb, bi qasî 400 cure:
- Zirnevan (Aristolochia L.): Li seranser erdê bi qasî 300 cureyan.
- Asiphonia Griff.: Tekane cure:
- Asiphonia piperiformis W.Griffith
- Pararistolochia Hutch. & Dalzie: Bi qasî 18 cueryan, li Afrîka û Malezyayê.
- Thottea Rottb.: Bi qasî 25 cureyan li Hindistan, Viyetnam, Çîn û devedorê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |