Afrîka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Afrîka
21°05′38″Bk 7°11′17″Rh / 21.09375°Bk 7.1881°Rh / 21.09375; 7.1881
Pêk tê ji
Rûerd
  • 30.271.000 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe1,200,000,000 (2016) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Afrîka (bi latînî: Africa), piştî Asyayê parzemîna duyem a herî mezin û parzemîna duyem a herî qerebalixê cîhanê ye. Afrîka bi qasî 30.3 milyon km² ku giravên cîran jî tê de ye, ji %20 ji rûerda bejahiya cîhanê û %6 ji rûbera tevahiya cihanê pêk tîne. Li gorî daneyên sala 2021an bi nifûsa 1.4 milyar kesê ji sedî 18 nifûsa mirovî ya cîhanê pêk tîne.[1] Li gorî daneyên sala 2012an de nifûsa Afrîkayê li gorî parzemînên din ên cîhanê nifûsa herî ciwantirîn e ku temenê navîn 19.7 e. Li gorî daneyên heman salê temenê navînî ya li seranserê cîhanê 30.4 e.[2] Li gel cûrbecûr çavkaniyên dewlemendên xwezayî, Afrîka parzemîna herî feqîrê cîhanê ye ku li gorî nifûsê piştê Okyanûsyayê duyem parzemîna herî feqîrê cîhanê ye. Zanyaran vê yekê bi faktorên cihêreng ve girêdidin ku nav de erdnîgarî, avhewa, eşîrtî, kolonyalîzm, Şerê Sar, neokolonyalîzm, nebûna demokrasiyê û gendelî hene.[3] Tevî vê kombûna kêm a dewlemendiyê, berfirehbûna aborî ya vê dawiyê û nifûsa mezin û ciwan Afrîkayê di çarçoveyek gerdûnî ya berfireh de dike bazarek aborî ya girîng.

Parzemîn li aliyê bakur bi Deryaya Navîn, li aliyê bakurê rojhilat bi Bejahiya Suezê û Deryaya Sor, li aliyê başûrê rojhilat ji aliyê Okyanûsa Hindî û li aliyê rojava jî ji aliyê Okyanûsa Atlantîkê ve dorpêçkirî ye. Parzemîn Madagaskar û arşîpelên (komgirav) cihêreng vedihewîne. Li parzemînê 54 dewletên serwerî ku bi tevahî hatine nas kirin, heşt bajar û giravên ku beşek ji dewletên ne-afrîkî ne û du dewletên serbixwe yên de facto yên bi sinor an ne naskirî ne, hene. Ev hejmar Malta û Sîsîlya, ku ji hêla jeolojîk ve beşek parzemîna Afrîkayê ne, vedihewîne. Cezayîr ji hêla rûberê ve welatê herî mezin ê Afrîkayê ye û Nîjerya jî ji hêla nifûsê ve welatê herî mezinê Afrîkayê ye. Welatên Afrîkî bi damezrandina Yekîtiya Afrîkayê ku navenda wê li Addis Ababayê ye, bi hev re hevkariyê dikin.

Afrîka li ser ekvator û merîdyenê despêkê cih digire. Afrîka yekane parzemîn e ku ji herêmên germ ên bakur (ji herêmên nerm ên ber bi herêmên nerm ên başur ve) berbi herêmên başûrê germ ve dirêj dibe.[4] Piraniya parzemînê û welatên parzemînê li nîvkada bakur in û bi beşeke girîng û hejmarek welatên parzemînê li nîvkada başûr in. Piraniya parzemînê li herêmên tropîkan de ye ku ji xeynî beşekî mezin ji Sahraya Rojava, Cezayîr û Misir serê bakurê Morîtanyayê û tevahiya herêmên Fasê, Ceuta, Melilla û Tûnis li jor, li ser Kelûya Kêvjalê, li herêma nerm a bakur cih digirin. Li aliyê din ê parzemînê, başûrê Namîbya, başûrê Botswana, beşên mezin ên Afrîkaya Başûr, tevahiya herêmên Lesotho û Eswatînî û herêmên başûr ên Mozambîkê û Madagaskarê li jêr, li Kelûya Karê, li herêma nerm a başûr cih digirin.

Ji ber ku parzemîn herî kêm ji windabûna megafauna Pleyistosenê bi bandor bûye, Afrîka di warê biyolojîkê de parzemînekî pir dewlemende ku cureyên herî zêde yê megafauna lê hene.[5] Lêbelê di heman demê de Afrîka bi giranî ji gelek pirsgirêkên jîngehê bi bandor bûye ku di nav de çolbûn, kêm bûna daristanan û kêmbûna avê heye. Tê payîn ku ev fikarên hawîrdorê yên domdar xirabtir bibin ji ber ku guheztina avhewa bandorê li Afrîkayê dike. Panela Guhertina Avhewayê ya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî, Afrîkayê wekî parzemîna ku herî zêde ku ji ber guherîna avhewayê di xeternakê de ye, destnîşan kiriye.[6]

Welatên Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "World Population Prospects - Population Division - United Nations". population.un.org. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "African Youth, Innovation and the Changing Society". HuffPost (bi îngilîzî). 11 îlon 2013. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ Collier, Paul; Gunning, Jan Willem (1 tebax 1999). "Why Has Africa Grown Slowly?". Journal of Economic Perspectives (bi îngilîzî). 13 (3): 3–22. doi:10.1257/jep.13.3.3. ISSN 0895-3309.
  4. ^ "Africa | Visual Geography". web.archive.org. 24 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 nîsan 2011. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ Studies, the Africa Center for Strategic. "African Biodiversity Loss Raises Risk to Human Security". Africa Center for Strategic Studies (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2023.
  6. ^ "19.3.3 Regional vulnerabilities - AR4 WGII Chapter 19: Assessing Key Vulnerabilities and the Risk from Climate Change". web.archive.org. 12 adar 2013. Ji orîjînalê di 12 adar 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2023.